• Sunday, 06 October 2024
logo

Îran: Îsal vê 500 hezar oldar bi rêya Hac Omeranê biçin Kerbelayê

Îran: Îsal vê 500 hezar oldar bi rêya Hac Omeranê biçin Kerbelayê

Dibêje me amadekarî û asankariyên pêwîst kirine.

Parêzgarê Urmiyeyê Mihemed Sadiq Muetemêdiyan ji ajansa ÎRNA ya Îranî re ragihandiye ku, serdana îsal ya oldarên Îranê bo Kerbelayê gelek cuda û asantir dibe ji serdanên salên derbasbûyî.

Nav hatî diyar kiriye ku, Îran û herêma Kurdistanê amadekariyên pêwîst bo derbas bûna 500 hezar oldarên Îranî bi rêya Hac Omeranê re kirine û ev oldarên Îranî vê bi rêya Hac Omeranê biçin Hewlêrê û ji Hewlêrê jî raste rast biçin Kerbelayê.

Nav hatî diyar kiriye ku, di serdana xwe ya dawî de bo Hewlêrê li gel Serokwezîrê herêma Kurdistanê, Serokê herêmê û waliyê Hewlêrê civiyaye û di civînan de behsa vê mijarê jî hatiye kirin lewre ji her du aliyan ve amadekarî û asankariyên pêwîst hatine kirin û oldar dikarin bêyî du dilî bi rêya Hac Omeranê serdana Kerbelayê bikin.

Top