• Wednesday, 17 July 2024
logo

Dîndar Zêbarî: Em bi rêya Civata Ewlehiyê ya Navdewletî bo nasandina tawanên DAIŞê kar dikin

Dîndar Zêbarî: Em bi rêya Civata Ewlehiyê ya Navdewletî bo nasandina tawanên DAIŞê kar dikin

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî dibêje, “Rengvedana wê alîkariya navdewletî ya ku Herêma Kurdistanê ji bo tîmên navdewletî li ser nasandina tawanên DAIŞê li Îraqê hebû, îro di rûniştina Civata Ewlehiyê ya Navdewletî de tekez li ser hat kirin û destxweşî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî hat kirin.”

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî Dîndar Zêbarî taybet ji K24ê re ragehand, “Tîma Navdewletî ya Vekolana Tawanên DAIŞê, ku ev çar sal in li Îraqê ye, bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re zanyarên hûr li hev guhertin.”

Dîndar Zêbarî amaje jî da, “Ew hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tîma Navdewletî ya Nasandina Tawanên DAIŞê de dê berdewam be. Raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ev e; em hemî alîkarî û hêsankariyan ji bo Tîma Navdewletî bikin.”

Navbirî herwesa got, “Rengvedana wê alîkariya navdewletî ya ku Herêma Kurdistanê ji bo tîmên navdewletî li ser nasandina tawanên DAIŞê li Îraqê hebû, îro di rûniştina Civata Ewlehiyê ya Navdewletî de tekez li ser hat kirin û destxweşî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî hat kirin.”

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro (Pêncşem, 11.07.2024) pêşwaziya Alîkarê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Karûbarên Qanûnî Stephen Mathias û Şêwirmenda Taybet a Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ana Pero Lopes û Serokê Tîma Vekolanê ya Neteweyên Yekgirtî bi wekalet kir.

Di wê civînê de, bal bo ser dawî pêngavên bicihanîna biryarnameya hejmar 2697 a Civata Ewlehiyê û dana belgeyên tawanan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kêşan.

 

K24

Top