• Monday, 06 May 2024
logo

90 keçên kampa Kawa ji ber bê nasnameyiyê nikarin bizewicin

90 keçên kampa Kawa ji ber bê nasnameyiyê nikarin bizewicin
Êran Mihemed (25) yek ji penaberên Rojhilatê Kurdistanê ye û li kampa Kawa ya girêdayî navçeya Qûştepeya ser bi Hewlêrê dijî. Êran ji ber nebûna nasnameya İraqî, nikare bizewice. Ji ber ku dadgeh peymana hevsergeriya ji bo kesên wekî wê nade; “Tirsa min ji wê yekê heye ger mêr bikim, ji ber nebûna peymana hevsergeriyê min telaq bidin.”

Êran û keçên din ên wekî wê, ji ber nebûna peymna hevsergeriyê dibe ku li ser pirsek herî biçûk bên telaq dan. Ji ber vê yekê nebûna hevsergerî û nasnameyê, nikarin li dadgehên Herêma Kurdistanê daxwaza mafê xwe bikin.

Êran Mihemed dibêje, ew ne bi tenê ye; “Li wê kampê em 90 keçin û temenê me li ser 25’ê re ye û em newêrîn şû bikin. Ji ber ku peymana hevsergeriyê ji me re nayê çêkirin. Piraniya kesên li gel mela tên mar kirin û naçin dadgehê, piştî demekê tên telaq dan.”

Ew keç daxwazê ji rêxistinên mafê jinan û hikûmetê dikin ku ji wan re rêyek a çareseriyê bibînin.

Keçên kampa Kawa yên ser bi navçeya Qûştepe, tevayî wan ji Rojhilatê Kurdistanê ne. Ji ber pirsgirêkên mezin ên ku astengiyan li pêşiya hevsergeriyê çêdikin, pir bê hêvî kirine. Li gor îstatîstîka Civata Penaberên Kamapa Kawa ya ku taybet dayî Rûdawê, 1364 penaber (650 nêr û 714 mê) li wê kampê jiyan dikin. Ji wan jî 90 keç temenê wan li ser 20 salî re ne û 15 keçên bi temen jî hene û temenê wan ji 40 saliyê derbaz bûne.

Li wê kampê di hinek malan de nêzî 5 keç hene ku heya niha şû nekirine. Ji ber wê yekê jî gelek ditirsin ku pirsgirêkên civakî ji wan re dirûst bibin.

Melayê wê kampê Mihemed Bawecanî bi xwe 5 keç hene, çi ji wan şû nekirine û dibêje: “Ji cihê me gelek kes tên daxwaza keçên min dikin, lê ez newêrim bidim şû. Ji ber ku nikarin li dadgehê peymana hevsergeriyê werbigirin. Li vê derê çend keçan bêyî peymana hevsergeriyê şû kirine û piştî demekê hatine telaq dan.”

Îqameya wan keçan heye, lê îqameya wan tenê li Hewlêr kar pê tê kirin û nikarin karûbarên xwe yên yasayî pê bikin. Êran Mihemed dibêje: “Bi wê îqameyê peymana hevsergeriyê ji me re nayê çêkirin. Ji ber ku nasnameyê nadin me, em biçin kîjan karî jî daxwaza nasnameyê ji me dikin. Ji ber vê yekê jî kûrên me jinan naênin, diçin derve û em jî li vê derê bê hevsergerî dimênin.”

Mele Mihemed Bawecanî li gel her axaftinekê ji bo piştgirîkirina li gotinên xwe ayetek a Qûr-an ê dianî. Navbirî bal kişand ser wê yekê ku gunehe keç ji dema xwe zêdetir bên rawestandin û nedin şû. Bawecanî pendek Kurdî ji bo rewşa wan keçan têne û dibêje: “Eger ava paqij ji dema xwe zêdetir di cihekê de bimêne, genî dibe. Eger keçên me jî zêdetir bimênin, wê heman pirsgirêk dirûst bibin.”

Ew keç rexneyê li çalakvanên parastina mafên jinan digirin û dibêjin, ew tenê li pey mafê jinên di nava bajêr de digerin û ti giringiyê nadin pirsgirêkên wan. Êran Mihemed dibêje: “Ti giringiyê nadin me.”

Lê Rêvebera Navenda Xatû Zîn Çilore Herdî red kir ku wan ew piştgûh xistibin û dibêje: “Em çûne serdana penaberên kampa Kawa û me bi wan re axiviye. Me çend caran ji wan re gotiye ku çi pirsgirêkên we hene û daxwazên we çine, ti gotinek nekirine. Vêca eger em nezanin çi pirsgirêkên wan hene, em dikarin çi ji wan re bikin.”

Leyla Cûma (22) li kampa Kawa jiyan dike û ji bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ye. Leyla got: “Kur li vê kampê neman û divê keç li mala bavê xwe bimêne. Em şev û roj di mal de ne û ti cih nîne ku em biçinê. Nebûna nasnameyê li pêşiya şû kirina me ya li gel Kurdên başûr dibe asteng. Piraniya kûrên kampa me ji ber nebûnî û bê cihî nikarin hevsergeriyê bikin.”

Dema Leyla û 5 xwişkên wê ya şû kirinê hatiye, lê şû nekirine. Meksiyek pembe li ber Leyla bû û bi xwişkên xwe ve li gel dayika xwe rûniştibûn. Leyla got: “Em ji jiyanê bê hêvîbûne. Bavê me ji ber nexweşiya xwe ya domdirêj nikare kar bike û 6 keç jî li ser bûne bar. Tenê dû ji me dixwênin. Ji ber nebûnî û giraniyê me nekariye bixwênin, eger bi vî awayî be divê em pirça spî li gel bavê xwe bihonîn.”

Dayik û bavê Leyla dixwazin ku heya mane, keçên wan biçin cihê xwe û got: “Piraniya kurên li vê derê bê kar û bê cihin. Her xêzanek dû ode daneyê, jin bênin û bibin kûderê? Cîranek ê me piştî dû mehan ji ber ku cih nebû, jina xwe telaq da. Em jî keçên xwe dernaxîn.”

Dikarin bi îqameyê peymana hevsergeriyê çêkin

Berdevkê Civata Dadweriya Herêma Kurdistanê Ebdûlbasit Ferhadî red kir ku ew keç nekarin li dadgehê peymana hevsergeriyê encam bidin. Navbirî got, eger çi nasnameyek li gel wan hebe, dikarin peymana hevseriyê çêbikin, lê pêwîste rezamendiya Wezareta Navxweyî werbigirin. Ferhad got: “Em li dadgehê nivîsandinekê ji wan re dikin ku bibin Wezareta Navxweyî, eger xwar nebin, em ji wan re peymana hevseriyê çêdikin.”

Piraniya wan xêzanan piştî dest pê kirina şerê İraq-Îranê yê li salên heştiyan de hatine İraqê, li kampa Eltaş a ser bi parêzgeha Romadî li İraqê cihwar bûne. Piştî hilweşandina rejîma Seddam û êrişa grûbên çekdar a li ser wan, hatine Herêma Kurdistanê. Piraniya wan 90 keçan li İraqê ji dayîk bûne û nasnameya Îranî nîne. Lê Berdevkê Dadweriya Herêma Kurdistanê dibêje: “Eger Wezareta Navxweyî piştgirî bide wan keçikên Îranî, ew bi îqameya xwe dikare li gel kurek xwediyê nasnameya İraqî yan kesek ji wan bizewice.” Rûdaw
Top