• Tuesday, 23 July 2024
logo

Li Bursayê heqaret li Demîrtaş hat kirin

Li Bursayê heqaret li Demîrtaş hat kirin

Li navçeya Înegolê ya parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê heqaret li Selahattîn Demîrtaş hat kirin.

Koma nijadperest a bi navê “Ulkucu”yan pankartek bi avahiya xwe ve kir ku tê de heqaret li hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş tê kirin.

Li ser pankartê “Selahattîn Demîrtaş terorîst e” hatiye nivîsîn û pankart bi avahiyê ve hatiya daleqandin.

Polîsan heta niha jî midaxeleyî pankartê nekiriye û hat zanîn ku polîs li ber wê avahiyê nobetê digirin.

Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşîn a 2016an ve li Edîrneyê girtî ye.

 

Rudaw

Top