• Monday, 22 July 2024
logo

Şelal Gedo: Tiştê ku PYD bi Kurdên Sûriyeyê dike ti rêjîmeke din li wî welatî nekiriye

Şelal Gedo: Tiştê ku PYD bi Kurdên Sûriyeyê dike ti rêjîmeke din li wî welatî nekiriye

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di hevpeymaniya opozîsyona Sûriyeyê (Îtîlafê) de Şelal Gedo dibêje, armanca PYD û PKKê li Sûriyeyê ew e ku doza kurdî li wî welatî nehêlin.

Şelal Gedo li ser êrîşa çekdarên li ser mangirtina ENKSê li Qamişlo ji K24ê re got: “Êrîşên hovane yên çekar û alîgirên PYD'ê li ser endam, alîgir û serkideyên ENKSê, ne cara yekem e û ne ya dawî ye, ji ber ku ew ti carî nikarin kesekî, wekî hevpar, an jî wekî opozîsyon qebûl bikin.”

Got jî: “Êrîş û reftarên PYD/PKK yên li Rojavayê Kurdistanê, encama dîrokekê ye vedigere ji sala 1984'an, dema li Bakurê Kurdistanê hatiye damezirandin, wan ti carî nexwest bi Kurdan re danûstandinan bikin.”

Şelal Gado tekez kir jî: “Kar û armanca PYD/PKKê li Sûriyeyê, têkbirina doza kurdî li wî welatî ye, ji bo vê yekê jî ji aliyê artêşa Beşar Esed ve hatine çekdarkirin û xwe li ser kurdan ferz kirine, ta ku Kurdan bêdeng bikin.”

Nûnerê ENKSê di opozîsyona Sûriyeyê de got jî: “Tiştê ku PYD bi Kurdên Sûriyeyê dike û ziyana ku gihandiya Kurdan, heta niha ne di dema Beşar Esed, Hafiz Esed û ne jî beriya wî de, ji aliyê ti rêjîmeke Sûriyeyê ve nehatiye kirin.”

ENKSê li dijî girtina endamên xwe ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, duhî li Qamişlo li ber avahiya NYê dest bi grevekê kiribû, ev çalakiya ENKSê jî rastî êrişa Tevgera Ciwanên Şoreşger û asayişê hat.

ENKSê jî di daxuyaniyekê de ragihand, “Piştî ku çekdarên ser bi PYDê ve rê li greva ENKSê girt, çekdaran êrîşî grevê kirin û Serokê ENKSê Silêman Oso û endamên Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif, Nîmet Dawid, Mihemed Îsmaîl û Ebdulsemd Xelef Biro binçav kirin. Piştre jî ew hemû hatin azadkirin.”

ENKSê pêştir ragihandibû, ji 31ê Adara borî ve 15 endamên wê û partiyên di nava ENKSê de ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve hatin revandin, ji ber wê jî banga grevekê li pêş avahiya NY li Qamişloyê kiribû.

 

K24

Top