• Monday, 22 July 2024
logo

Rêber Ehmed: Piraniya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ber bi çareseriyê ve diçin

Rêber Ehmed: Piraniya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ber bi çareseriyê ve diçin

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ragehand, ji ber serdana Mesrûr Barzanî ya Bexdayê piraniya pirsgirêkên li gel Hikûmeta Iraqê ber bi çareseriyê ve diçin. Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku kampên koçberan 30ê Tîrmehê nayên daxistin.

Îro 27.06.2024ê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di civîneke çapemeniyê de derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de got: Piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya Bexdayê piraniya pirsgirêkan ber bi çareseriyê ve diçin.

Herwaha got, ‘’Peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ketine qonaxeke nû, li gor min di demeke nêzîk de beşek zêde ji wan pirsgirêkan dê çareser bibin, bi taybet mijara mûçe û budce. Naha heta asteke mezin bi rêkûpêkî mûçe tê.

Rêber Ehmed teqez kir ku hin mijarên din hîn mane, pirsa petrolê û madeya 140, xema serekî ya Serokê Hikûmetê ye û di paşerojeke nêzîk de pêngavên baş dê bên avêtin.

Derbarê destûrê de jî diyar kir, bi cîhbicîhkirina destûrê hemû pirsgirêk dê bên çareser kirin, cîhbicîhkirina destûrê ango parastin û serweriya Iraqê.

Wezîrê Navxwe derbarê helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de jî diyar kir, du salan bi bahaneyên cuda cuda hate paşxistin. Lê naha pêşwazî li fermana Serokatiya Herêma Kurdistanê dikin ji bo 20ê cotmehê wek roja helbijartina Parlamentoya Kurdistanê destnîşan kiriye.

Rêber Ehmed got, 30ê Tîrmehê de ku biryar bû kampên koçberan bê daxistin, nayên daxistin û ew li gel vegera koçberan a bi dilê xwe ne, ne ku bi biryara bi zorê.

Basnews

Top