• Monday, 22 July 2024
logo

Derbarê helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de peyamek ji Amerîkayê

Derbarê helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de peyamek ji Amerîkayê

Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski pêşwazî li diyarkirina roja nû ya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê dike.

Romanowski peyamek li tora civakî “X” belav kir û tê de got: “Em pêşwaziyê li ragihandina pêkanîna hilbijartinên Herêma Kurdistanê di 20ê Cotmehê de dikin.”

Herwiha destxweşî li diyarkirina roja hilbijartinan kir û bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku gerentiya birêveçûna hilbijartinên pak û zelal misoger bike.

Balyoza Amerîkayê li Iraqê got jî: “Helbijartin çendîn car ji bo demokrasiya Herêma Kurdistanê hatine paşxistin, lewra em hêvîdar in ku ti paşxistinên din neyin kirin.”

Ev yek di demekê de ye, îro Serokê Herêma Kurdistanê roja 20.10.2024an wekî dema nû ya hilbijartinên gera şeşemîn a Perlemantoya Kurdistanê diyar kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê, UNAMI û Yekîtiya Ewropayê jî pêşwazî li ragihandina roja hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin û piştevaniya xwe ji bo Komisyonê û serkeftina proseyê nîşan dan.

 

Basnews

Top