Peyama serxweşiyê ya Serok Barzanî bo malbata Dara Mehmûd Beg
![Peyama serxweşiyê ya Serok Barzanî bo malbata Dara Mehmûd Beg](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20240625152305_original_15.jpg )
Îro 25.06.2024ê Serok Barzanî peyameke serxweşiyê ji bo malbata Dara Mehmûd Beg belav kir û ragehand: ‘’Bi mixabiniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya Dara Mehmûd Beg bîhîst.
Serok Barzanî di peyama xwe ya ji aliyê Baregayê Barzanî ve hatiye belav kirin de ragehand: ‘’Ji bo vê boneya xemgîn, serxweşiyê li malbata birêz, meriv û kesûkar û nasyarên we dikim û ez xwe wek hevbeşê xema we dizanim.’’
Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê xwedê jê razî Kak Dara Mehmûd Beg bi beheşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyekê.