• Monday, 22 July 2024
logo

Îsraîl: Me nexşeya şer ya Libnanê pejrand

Îsraîl: Me nexşeya şer ya Libnanê pejrand

Hizbulah dêmenên navendeke leşkerî ya Îsraîlê belav kir.

Piştî belav bûna vîdeoyek bi navê hud hud yaku, ji aliyê çekdarên hizbulaha Libnanê ve li navendeke leşkerî ya Îsraîlê ya li bajarê Heyfayê hatibû girtin, artêşa Îsraîlê jî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hatiye diyarkirin ku, hem hikûmet û him jî artêş nexşe û plana êrîşên artêşa Îsraîlê yên bo ser çekdarên hizbulahê li Libnanê pejrandine û niha artêş li benda fermanêye daku, dest bi wan êrîşan bike.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de ev yek jî hatiye eşkere kirin ku, artêşa Îsraîlê di warê bejahî de tevahiya amadekariyên xwe kiriye û li benda fermana destpê kirina êrîşê ye.

Top