• Monday, 22 July 2024
logo

Serok Barzanî peyamekî serxweşiyê belav kir

Serok Barzanî peyamekî     serxweşiyê belav kir

Ji ber koça dawiyê ya kurê mezin ê Şêx Nehro Kesnezanî, Serok Barzanî serexwşiyê li Şêx Nehro dike.

Serok Mesûd Barzanî îro, 18.06.2024 ragehand, “Şêx Nehro Kesnezanî, Rêberê Terîqeta Qadirî - Kesnezanî, bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawiyê ya Mihemedê kurê we gehişt min. Ez serexweşiyê li we yên rêzdar û malbat û kesûkarên we yên rêzdar dikim.”

Serok Barzanî amaje jî da, “Ez xwe hevparê xema we dibînim, ji Xudayê mezin dixwazim canê Xudêjêraziyê kurê we bi behişta berîn şa bike û sebr û hedarê bi hemî aliyan bide.”

Deqê peyama Serok Barzanî ji bo Şêx Nehro Kesnezanî:

Bi navê Xudayê mezin û dilovan

Rêzdar Şêx Nehro Kesnezanî,

Rêberê Terîqeta Qadirî - Kesnezanî

Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawiyê ya Mihemedê kurê we gehişt min.

Bi vê helkeftina xembar, ez serexweşiyê li we yên rêzdar û malbat û kesûkarên we yên rêzdar dikim û ez xwe hevparê xema we dibînim.

ji Xudayê mezin dixwazim canê Xudêjêraziyê kurê we bi behişta berîn şa bike û sebr û hedarê bi hemî aliyan bide.

Îna lîlah we îna îleyhî racîon

Mesûd Barzanî

18ê Hezîrana 2024ê

Top