• Monday, 22 July 2024
logo

Diyarî Husên: Serokwezîrê Kurdistanê di xizmet û avadaniyê de hevsengiya navbera navçeyên Kurdistanê avakiriye

Diyarî Husên: Serokwezîrê Kurdistanê di xizmet û avadaniyê de hevsengiya navbera navçeyên Kurdistanê avakiriye

Cîgirê berpirsê mekteba rêxistina Silêmanî – Helebce yê PDKê ragehand, kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di xizmet û avadniyê de hevsengî di navbera navçeyên Herêma Kurdistanê de ava kiriye û bi biryara serokwezîr projeyên giring ji bo devera Silêmaniyê hatine cîhbicîh kirin.

Cîgirê berpirsê mekteba rêxistina Silêmanî – Helebce yê PDKê Diyarî Husên ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di dema kabîneya nehem de xizmetên mezin ji sînorê Silêmaniyê û Helebce re hatine kirin. Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî di xema gehandina projeyan de bûye ji bo parêzgehên Silêmanî û Helebce û îdareyên serbixwe yên Germiyan û Raperînê re.’’

Herwaha got: ‘’Piraniya projeyên stratejîk ên Silêmaniyê di vê kabîneyê de pêkhatin. Wek rêya sedmetrî ya Silêmaniyê, Sayloya Helebc, sayloya Silêmaniyê, sayloya Pîremegrûn, Pira Derbende Ranya, danîna kevirê bingehîn ê pira Tiweqût, du şerîd rêya Kelar Derbendîxan, herwaha cuda kirina pare bo qîrkirin û nûjenkirina rêyên serekî û gelek projeyên din. Ji bo wê em dibêjin eger berê xizmeta Silêmaniyê wekî pêwîst nehatibe kirin jî, lê waya Mesrûr Barzanî di heyama çar salên borî de ji bo Silêmaniyê kir.’’

 

Basnews

Top