• Wednesday, 26 June 2024
logo

Serokê herêmê pîrozbayî li misilmanan dike

Serokê herêmê pîrozbayî li misilmanan dike

Jiber cejna qurbanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta hatina cejna Qurbanê peyamek pêşkêş kiriye ku,ev jî naveroka vê peyamê ye;

Cejna qurbanê bi germî li welatiyên hêja yên Kurdistanê û tevahiya misilmanan li Îraqê û cîhanê pîroz dikim, hêvî dikim cejna xêr û kerametê de û bo tevahiya aliyan aramî û asûdeyî li gel xwe de bihîne û hêviya selametî û betlaniyeke xweş bo tevahiya aliyan dixwazim.

Bi vê minasebeta han bila peyamên cejnê ji azadî û lêbûrînê û lihev kirinê di nava jiyana rojane û têkiliyên xwe de bû bikin û rûpeleke nû ji rêzdarî, xweşewîstî, paqêjiya niyet û rihê hevkarî li gel hev û du vekin.

Yezdanê mezin welat û gelê me biparêze, cejna tevahiya we pîroz be û her sal bi xweşî be.

 

Top