• Wednesday, 26 June 2024
logo

Li Dîlokê penaberekî Sûrî 5 kesan dikuje û piştre xwe jî dikuje

Li Dîlokê penaberekî Sûrî 5 kesan dikuje û piştre xwe jî dikuje

Penaberekî Sûrî li navçeya Şahînbey ya Dîlokê di şeva cejnê de, 5 kesan dikuje û piştre jî xwe dikuje.

Li navçeya Şahînbey ya Dîlokê penaberekî Sûrî ku tê gotin derûniya wî ne temam e û navê wê Mistefa H. ji ber sedemekê heta niha nayê zanîn 5 penaberên din ên Sûrî kuştin.

Li gor agehiyan, destpêkê li berberxaneyê kesekî dikuje û piştre li malekê 4 kesên din bi çekê dikuje. Herwiha 2 kesên li wê malê jî birîndar dibin.  Piştre kujer ji wir dûr dikeve.

hat ragihandin, dema ku polîs dikevin dû wî û hewl didin wî bigirin, kujer vê carê guleyekê li serê xwe dide û xwe jî dikuje.

Ambulansan termên kesên ku hatine kuştin rakirin Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê, birîndar jî ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyên cuda hatin kirin.

Hêzên polîsan li qadên ku bûyer lê qewimîne tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtine û derbarê bûyerê de, dest bi lêkolînan kirine.

 

K24

Top