• Wednesday, 03 July 2024
logo

Putîn huşdarî dide Tirkiyeyê

Putîn huşdarî dide Tirkiyeyê

Dibêje ev hewldana han zirarê dide Tirkiyeyê.

Serokê Rûsyeyê Wladimir Putin di gotareke xwe de huşdarî daya Tirkiyeyê û ragihand ku, lazime Tirkiye gelek baldar be.

Serokê Rûsyeyê Wladimîr Putin eşkere kiriye ku, Rûsye hayedare ku, rayedarên Tirkiyeyê bo dabîn kirina pereyê li gel saziyên Rojavayî di nava danûstandinan dene, ev tişteke başe bo Tirkiyeyê lê eger ev liv û tevgerên han bo lawaz kirin anjî qut kirina têkiliyên bazirganî yên di navbera Tirkiye û Rûsyeyê de be, vê Tirkiye zirarê bike.

Putin tekez li ser vê yekê kiriye ku, bawer dike Tirkiye dixwaze têkiliyên bazirganî li gel Rûsyeyê lawaz bike, metirsiyeke  wisa heye, lê Rûsye zirarê nake belku, Tirkiye bo xwe zirar dike û abûriya xwe lawaztir dike.

Top