• Wednesday, 03 July 2024
logo

Berdevkê HUDA PARê: Ne mafê dewletê ye parêzgar wekî qeyûm tayîn bike

Berdevkê HUDA PARê: Ne mafê dewletê ye parêzgar wekî qeyûm tayîn bike

Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli derbarê qeyûman got, “Mafê meclîsê ye ku serokê xwe hilbijêre û kes nikare bi awayekî memûran deyne dewsa wan.”

Li ser guherîna destûrê, Serkan Ramanli teqez kir ku ew dixwazin destûreke sivîl ji nû ve bê nivîsandin û got, “Divê Kurd jî karibin bibêjin ez xwe û nasnameya xwe û statuya xwe di vê dewletê de dibînim.”

Li Tirkiyeyê mijara destûra nû germ bûye.

Ev demeke dirêj e li Tirkiyeyê çêkirina destûreke nû tê nîqaşkirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî di derbarê guherîna mijara destûrê de ragihand ku hebûna destûra rejîma derbeyê guman li ser demokrasiya Tirkiyeyê çêdike.

Hemû partiyên Tirkiyeyê dixwazin destûreke nû a sivîl bê nivîsîn.

Lê aliyên mixalefetê di mijara çêkirina destûrê de bê hêvî ne û dibêjin hikûmet tenê dixwaze bi vê yekê temenê xwe dirêj bike.

Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê destûra nû û danîna qeyûman bersiva pirsên Hêvîdar Zanayê da.

“Em dixwazin destûreke sivîl ji nû ve bê nivîsandin”

Serkan Ramanli diyar kir ku hemû partiyên li Tirkiyeyê dixwazin destûreke nû bê çêkirin û got:

“Destûra niha ji aliyê leşker û darbekaran ve hatibû nivîsandin û bi zorê bi miletê dabûn qebûlkirin.

Ji ber vê yekê pişta me heta niha rast nebûye, ti kes ji vê pergalê ne razî ye û dixwaze biguherîne.

Wekî partiyên din em jî dixwazin ev biguhere û destûreke nû ji binî ve ji aliyê parlamentoyê ve bê nivîsandin.

Heq heqê sivîl û parlamenteran e destûreke nû binivîsin.

Ev heq ne di destê leşkeran de ye ku piştî darbe kirin û bi zorê bi milet re bidin qebûlkirin û li gorî îdeolojiyên xwe milet têxin tengasiyekê û berê milet bidin hevdû.

Em naxwazin ev sed sala pêşiya me ya Tirkiyeyê bi wî şiklî dewam bike.

Em dixwazin destûreke sivîl ji nû ve bê nivîsandin.”

“Divê sîstema dewletê jî li gorî bawerî û nasnameyên komarê bê rastkirin”

Ramanli li ser madeyên destûra Tirkiyeyê û sîstema dewletê wiha axivî:

“Niha pergala herî ku tê qebûlkirin ew e ku komar e. Bila komar îdareya xwe bi destê xwe bike.

Ev pergalên ku beriya niha bi 50 - 100 sal in berdewam kirine, gel ti xêr jê nedîtiye.

Lazim e komar bi destê xwe îdareya xwe bike û sîstema dewletê jî li gorî bawerî û nasnameyên ku temamê komarê bên nivîsîn û rastkirin.

Rexneyên me yên herî zêde, me digot sîstem ne li gorî nirx û baweriya gel e.

Ji ber wê yekê heta vê gavê aşitiyeke mayinde û aramî di nav vî miletî de peyda nebûye. Em dibêjin sedema herî mezin destûra niha ye.”


“Divê Kurd jî karibin nasname û statuya xwe di vê dewletê de bibînin”

Berdevkê HUDA PARê Ramanli diyar kir ku ji bo nîqaşa li ser xalên destûrê hîn zû ye û got:

“Divê pêşî îradeye çêbibe û partî karibin li cem hev rûnên xwestek û rexneyên xwe bi hev re parve bikin û bi hev re destûreke bingehîn çêbikin da ku her kes qebûl bike.

Helbet her tiştên ku em dixwazin em dê nikaribin bi wan partiyên din re bidin qebûlkirin, ew jî nikarin her tiştên ku dixwazin bi me bidin qebûlkirin.

Armanc ji destûrê çi ye? Em dê karibin metneke hevpar binivîsin an na? Em dê li ser wê nîqaşê bikin.

Em hemwelatî bi her awayî hene. Kurd jî, Tirk jî li vê dewletê dijîn. Sunî, Elewî, Ereb, karmend, bajarî, gundî jî hene.

Lazim e destûreke wiha bê nivîsîn da ku her kes bibêje `erê rast e ev pergal bi dilê min e û ev dewlet a min e ez xwe tê de dibînim.

Heta niha li ser pirsgirêka Kurd çima me digot lazim e destûra bingehîn jî bê guherin? Kurd jî karibin bibêjin rast e ev dewlet a min e, ez bixwe û nasnameya xwe û statuya xwe di vê dewletê de dibînim.

Wexta ku Kurd jî karibin bi vê yekê razî bibin hingê em dê bi ser bikevin.”

“Ne heqê dewletê ye parêzgar wekî qeyûm tayîn bike”

Derbarê danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê û helwesta HUDA PARê ya li ser vê mijarê Serkan Ramanli wiha got:

“Ji roja ewil ve me çi gotibe em li ser ya xwe sekinîne.

Em dibêjin ew kesên ku bi dengê milet wezîfe wergirtibûn, kes nikare bi awayekî memûran deyne dewsa wan.

Ji xwe di qanûnê de cihê wê hebû. Ew kesê dibe ku ji teref miletê ve hatibe hilbijartin, dibe ku sûcek jî kiribe, mêr bikuje, dizî kiribe, malên xelkê bixwe bi her awayî mimkûn e ku sûcekê bike.

Ew karê dadgehê ye. Dadgeh dibe ku wî sûcdar jî qebûl bike, dibe ku beraet jî bike. Em wê nabêjin.

Lê ew kesê ku sûcdar be dewlet wî ji wezêfeyê ezl bike, ne heqê wî ye ku waliyê xwe têxe dewsa wî.

Heq heqê meclîsê ye ku di nav hev de serokêkî ji xwe re tayîn bike û rêveberiya şaredariyê bi wî meqamê dewam bike.

Ji roja ewil ve em dibêjin hîn jî em li ser ya xwe ne. Ji ber wê yekê em dibêjin ew tayînkirina qeyûman ne rast e, ne di cih de ye.”

 

Rudaw

Top