• Tuesday, 23 July 2024
logo

Rêber Ehmed: Herêma Kurdistanê nabe beşek ji vegerandina bi zorê ya koçberan

Rêber Ehmed: Herêma Kurdistanê nabe beşek ji vegerandina bi zorê ya koçberan

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma kurdistanê ragehand, ew li gel wegerandina bi dil a koçberanin, herwaha Herêma Kurdistanê nabe beşek ji vegerandina bi zorê.

Îro 06.06.2024ê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di gotarekî de ragehand, ew nabin beşek ji vegerandina koçberan a bi zorê, ji ber ku Herêma Kurdistanê li gel vegerandina bi dil a koçberane û divê mercên jiyaneke bi rûmet bo wan bê dabîn kirin.

Herwaha dibêje naha milyonek koçber û penaberan Herêma Kurdistanê ji bo lê bimînin helbijartine. Herwaha got, Herêma Kurdistan bûye cîhê karkirinê ji bo hezaran karkerên biyanî.

Rêber Ehmed diyar kir, sedî 97ê koçberên Iraqê li Herêma Kurdistanê mane.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê di dema vekirina navenda şêwirmendiya koç a li Hewlêrê de ew gotin kirin û diyar kir Herêma Kurdistan nabe beşek ji koça bi zorê ya koçberan.  

 

Basnews

Top