• Tuesday, 23 July 2024
logo

Wezareta Derve ya Iraqê: Hebûna hêzên PKKê li Iraqê neyasayî ye

Wezareta Derve ya Iraqê: Hebûna hêzên PKKê li Iraqê neyasayî ye

Duh 05.06.2024ê Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraq a Federal Hîşam Elewî ragehand, li gel hikûmeta Tirkiyê di gotûbêjê de ne ji bo çareserkirina pirsgirêka hebûna hêzên PKKê li Iraqê û teqez kir, hebûna hêzên PKKê li Iraqê neyasayî ne û nîgeraniyên Tirkiyê têdigehin.

Elewî amaje bi wê yekê jî kir ku Iraq giringiyê bi karkirina li gel welatên cîran dide, ev jî ji bo seqamgiriya herêmî û dawî anîna bi milmilane û şerên li navçeyê ne.

Herwaha teqez kir, ku bê bidestanîna aştî, nikare rewşa aborî jî bê başkirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê herwaha behsa ezmûna çekdarên Mûcahîdînî Xelk a Îranê kir, ku di dema Rejîma Beis a hilweşyayî de li Iraqê hatibûn bicîh kirin û piştre bi rêya Netewên Yekbûyî ve ew şandin derveyî welat û li gor Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê ew ezmûneke serkeftî bû û heman kar ji bo şandina derve ya çekdarên PKKê li Iraqê dikare bê kirin.

Top