• Tuesday, 23 July 2024
logo

Li Almanyayê ji ber karesata lehiyê 5 kes mirin, yek windaye

Li Almanyayê ji ber karesata lehiyê 5 kes mirin, yek windaye

Li eyaleta Bavyera û Baden-Wûrttember ya Almanyayê, di lehiyên ku ji ber baranên bi bandor pêk hatin de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, karmendekî rizgarkirinê jî winda bû.

Li Bavyera termê 3 kesan û li Baden-Wûrttemberg jî termê 2 kesan hatin dîtin.

Baranên bi bandor ku bi dawî dibin, li bajarê Passau yê dîrokî ku sê çemên wê li hev dicivin, asta avê wan gehiştîn 10 metreyan û dinava 10 salan de gehiştiye asta herî bilind.

Li hin deverên başûrê Almanyayê li ser çemê Ren veguhestina kargoyan sekinî û li herêma Rosenheim ya Baveriya jî rewşa awarte hat ragihandin.

Serokwezîrê Baveriya Markus Soder, di daxuyaniya xwe de rewşa li herêmê wek "giran û krîtîk" bi nav kir. Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî di daxuyaniya xwe de got ku bûyera lehiyê ya li başûr bîranîneke ku mirov nikare "guhertina avhewayê ya ji aliyê mirov ve hatiye çêkirin" paşguh bike.

 

Top