• Tuesday, 23 July 2024
logo

PKKê, ew 4 keçên ereb ên revandibûn radestî malbatên wan kir, lê keç û kureke kurd radestî malbatên wan nekir

PKKê, ew 4 keçên ereb ên revandibûn radestî malbatên wan kir, lê keç û kureke kurd radestî malbatên wan nekir

Artêşa Iraqê bi rêkeftina li gel çekdarên PKKê li Şingalê 4 keçên ereb ên ku ji wan 5 keçan revandibûn ji malbatên wan re vegerandin ku çend roj berî naha li Um Zîbanê revandibûn.

Roja 29.05.2024ê 5 keçên temen 13 bo 15 salî li komelgeha Um Zîban a li sînorê Şingalê ji aliyê çekdarên PKKê ve hatibû revandin.

Piştre pirsgirêkê di navbera çekdarên PKKê û malbatên wan keçên ereb û ciwanên wê eşîreta ereb de derket û ciwanên wê eşîreta ereb dest dane çekan û gef li PKKê xwarin û gotin eger keçên wan radest nekin dê li Şingalê êrîşî wan bikin.

Çavkaniyekî agahdar aşkera kir, roja Îna borî 30.05.2024ê fermandarê firgeha 20 a artêşa Iraqê Esîl Hemze  li Xanesorê li gel berpirsê peywendiyên YBŞê Serhed Efrînê civiya ye û li ser vegerandina wan keçan li çiyayê Şingalê rêkeftin û ew radestî malbatên wan kirine.

Li gor heman zanyariyan ji wan 5 keçên hatine revandin, 4 ji wan hatine vegerandin û navên wan keçên hatine vegerandin waha ye:

1-Rehef Nasir Casim dayîkbûya sala 2012ê ye

2 – Şahe Semîr Himêdî dayîkbûya sala 2013ê ye

3 – Dua Ewad Mihemed dayîkbûya sala 2013ê ye

4 – Muna Meyser Casim dayîkbûya sala 2013ê ye.

Li gor zanyariyan PKKê bi navê encûmena jinan ve kur û keçên zarok li Şingal û derdora wê dixapîne û piştre li hember 100 heta 200 dolar pare wan dike çekdarên xwe. Hêjayî gotinê ye ku PKKê heta naha bi hezaran kur û keçên zarok û xort ên kurd ji rê derxistine û revandine, lê herçend kesûkarên wan dîka û rîca kirine, lê PKKê zarokên wan nîşanî wan jî nedaye ne ku vegerandin. Lê du nav 2-3 rojan de ew keçên ereb radestî malbatên wan kirin.

 

Basnews

Top