• Wednesday, 03 July 2024
logo

Vahap Coşkun: Di nava AK Partiyê de MHPyek heye

Vahap Coşkun: Di nava AK Partiyê de MHPyek heye

Akademîsyen Doç. Dr. Vahap Coşkun li ser tayînkirina qeyûm a şaredariya Colemêrgê ragihand ku ew biryara AK Partiyê ye û di nava AK Partiyê de MHPyek heye

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî heman rojê hatibû desteserkirin.

Doç. Dr. Vahap Coşkun tayînkirina qeyûman, helwesta AK Partî û MHPyê ya derbarê vê yekê ji nûçegîhanê Rûdawê Abdulselam Akinci re nirxand.

Li gorî gotina Vahap Coşkun, tayînkirina qeyûman dê zererê bide AK Partiyê û 8 sal in AK Partî ji siyaseta demokratîk dûr ketiye.

“Ev pêngava qeyûman dê zererê bide AK Partiyê”

Vahap Coşkun, amaje bi encamên hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê kir û wiha got:

AK Partiyê di hilbijartinan de wenda kir, ev têkçûneke mezin bû. Her kes li bendê bû ku dê AK Partî polîtîkaya xwe biguherîne.

Dê çawa siyaseta xwe biguheranda? Dê beriya her tiştî siyaseta xwe ya qeyûman biguheranda.

Îro dema hûn binerin li kû derê qeyûm hebû AK Partiyê li wir hilbijartin wenda kir.

Gel gotibû, ‘em qeyûman qebûl nakin, em dengê xwe bidin kê bila ew îdareya me bike’ lê belê AK Partiyê careke din polîtîkaya qeyûman berdewam kir.

AK Partiyê heta niha 2 caran qeyûm tayîn kir ev bû cara sêyem.

Ez bawer dikim ev pêngava qeyûman dê zererê bide AK Partiyê.

Lewre AK Partiyê digot, ‘Em dê siyaseta normalîzasyonê bimeşînîn, em dê destûra bingehîn biguherînîn.’

‘Hûn destûra heyî bi cih nakin hûn dê çawa destûra nû çêbikin?’

Hûn destûra heyî bi cih nakin  hûn dê çawa destûra nû çêbikin.

Hûn dê çawa siyaseteke normalîsyonê bimeşînîn? Tayînkirina qeyûm ew îhtîmal hemû jî ji ortê rakirin.”

Bi gotina Vahap Coşkun biryara tayînkirina qeyûm bi awayekî fermî biryara AK Partiyê ye û li ser navê wê tê hesabkirin.

“Qeyûm siyaseta berê ya AK Partiyê nîşanî me dide”

Vahap Coşkun di berdewamiya axaftina xwe de behsa nakokiyên navxweyî yên AK Partiyê û nakokiyên AK Partî û MHPyê jî kir û wiha berdewam kir:

“Vê biryarê nîşanî me da ku di navbera desthilatdariyê de şerek heye.

Di navbera MHP û AK Partiyê de şer heye û di nava AK Partiyê bixwe de jî şerek heye.

Em vî şerî li adliyeyê dibînin, li nava ewlehiyê dibînin. Ew şer li her cihî derdikeve holê. Di nava AK Partiyê jî de şerek heye.

Piştî hilbijartinan dê siyaseteke çawa pêk were ne diyar e.

Gelek kesên AK Partiyê dibêjin, ‘Divê em siyaseta xwe biguherînîn, em ji xelkê dûr ketine. Ev dûrketin jî bû sedem ku em di hilbijartinê de wenda bikin.’

Aliyekî din ê AK Partiyê jî dibêje, ‘Ti xeletî û siyaseta şaş nîne, di aboriyê de qeyran heye. Em wê çareser bikin, em dê careke din hilbijartinan qezenc bikin.’

‘Kesên dixwazin siyaseta berê berdewam bikin xwedî hêz in’

Qeyûm jî siyaseta berê ya AK Partiyê nîşanî me dide. Di nava AK Partiyê de kesên dixwazin siyaseta berê berdewam bikin xwedî hêz in.

Kesên dixwazin siyasetê biguherînîn jî bêbandor in û tesîra wan nîne.

Di nava AK Partiyê jî de MHPyek heye û AK Partî 8 sal in siyaseteke ji demokrasiyê dûr dimeşîne.

Vê yekê bandora xwe li AK Partiyê jî kir û di nava AK Partiyê de kesên ji demokrasiyê dûr ketine gelek in û bandora wan jî li nava partiyê zêde ye.

Dema bandora wan zêde be ew jî tesîrê li siyasetê dike û em îro wê li nava siyasetê jî dîbînin.”

Çi bûbû?

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş doh bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji kar hat dûrxistin û li Wanê hat desteserkirin.

Heman rojê Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk li cihê wî wekî qeyûm hat danîn.

DEM Partiyê piştî danîna qeyûm biryar da li hemû şaredariyan dest bi nobetê bike.

Piştî vê biryarê jî li bakurê welêt pêleke qedexeyan dest pê kir û li 11 parêzgehan qedexeya çalakiyan hat ragihandin.

Heta niha li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Sêrt, Bedlîs, Wan, Colemêrg, Agirî, Mûş û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê qedexe hatiye ragihandin.

 

Rudaw

Top