• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li Colemêrgê nobet heye: Hevserokên DEM Partiyê jî diçin

Li Colemêrgê nobet heye: Hevserokên DEM Partiyê jî diçin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari îro beşdarî çalakiyên Colemêrgê dibin.

Çalakî û nobeta DEM Partiyê ya li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê dewam dike.

Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir, çend parlamenterên DEM Partiyê û gelek siyasetmedaran li Colemêrgê heta sibehê nobet girt.

Tê çaverêkirin îro saet 13:00an li Colemergê çalakiyeke girseyî ya meşê were lidarxistin.

Hat zanîn ku dê Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, şandeyeke CHPyê û gelek nûnerên saziyên sivîl beşdarî çalakiyê bibin.

Şandeya CHPyê jî  diçe Colemêrgê

Berdevkê CHPyê Denîz Yucel doh piştî civîna Lijneya Rêveberiyê ya Navendî ya partiya xwe diyar kiribû ku şandeyeke CHPyê biçe Colemêrgê.

Li gorî gotina Denîz Yucel, dê Alîkara Serokê Giştî yê CHPyê Zelîha Aksaz Şahbaz, Parlamenterê Antalyayê Cavît Arî û Parlamenterê Bursayê Kayhan Pala biçin Colemêrgê.

Çi bûbû?

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş doh bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji kar hat dûrxistin û li Wanê hat desteserkirin.

Heman rojê Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk li cihê wî wekî qeyûm hat danîn.

DEM Partiyê piştî danîna qeyûm biryar da li hemû şaredariyan dest bi nobetê bike.

Piştî vê biryarê jî li bakurê welêt pêleke qedexeyan dest pê kir û li 11 parêzgehan qedexeya çalakiyan hat ragihandin.

Heta niha li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Sêrt, Bedlîs, Wan, Colemêrg, Agirî, Mûş û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê qedexe hatiye ragihandin.

 

Rudaw

Top