• Tuesday, 23 July 2024
logo

Fermandarekî din yê Îranê hate kuştin

Fermandarekî din yê Îranê hate kuştin

Duhê li Sûriyeyê di encama êrîşeke Îsraîlê de hatiye kuştin.

Çapemeniya Îranî belav kiriye ku, di encama êrîşa şeva derbasbûyî ya Îsraîlê ya bo ser Bakûrê Helebê, Fermandarekî din yê spaha Pasdaran hatiye kuştin.

Ajansa tesnîm ya ser bi spaha Pasdaran belav kiriye ku, di encama êrîşa şeva derbasbûyî ya Îsraîlê de bo ser Bakûrê Helebê Fermandarê spaha Pasdaran Seîd Abiyar hatiye kuştin.

Weke tê zanîn çapemeniya Sûrî jî duhê qala vê yekê kiribû ku, di encama êrîşa han de 12 kes hatin kuştin û 17 kesên din jî birîndar bûne.

Top