• Tuesday, 23 July 2024
logo

Sozeke din a Mesrûr Barzanî bo xelkê Herêma Kurdistanê bi kiryar tê bicihanîn

Sozeke din a Mesrûr Barzanî bo xelkê Herêma Kurdistanê bi kiryar tê bicihanîn

 Sozeke din a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo xelkê Herêma Kurdistanê bi kiryar hat bicihanîn û bizav û serdanên wî ji bo Bexdayê pêxemetî çarekirina arêşeya mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê bi pejirandina xişteyên budceya 2024ê bi cih hat.

Civata Nûnerên Îraqê vê êvarê (Duşem, 03.06.2024) ji bo dengdana li ser xişteyên budceya 2024ê yên federalî civiya û bi berhevbûna 199 endaman pejirandin, ku yek ji bendên wê dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê û cudakirina wan ji xerciyên rastîn e.

Pejirandina xişteyên budceya 2024ê rojekê piştî daxuyaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo K24ê hat, dema di çarçoveya ahenga gera şeşê ya serkeftiyên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê de ragehand, “Di demeke gelek nêz de arêşeya mûçeyan bi awayekî bingehîn tê çarekirin”.

Ev jî di demekê de ye ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Pêncşemê, 30.05.2024, serdana Bexdayê kir û bi Serokwezîrê Îraqê û hejmareke serkirdeyên Îraqî re civiya û di derheqa serdana xwe de li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê ragehand, “Ez îro li Bexdayê me, ji bo tekezîkirina li ser dabînkirina mafên gelê Kurdistanê û çareserkirina arêşeyan bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûrî.”

Herwesa îro (Duşem, 03.06.2024) di merasîmên danana berê binyatî ji bo rêya Baedrê-Êtîtê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand, “Em bi Hikûmeta Federalî re berdewam di peywendî û hevahengiyê de ne ji bo ku arêşeya mûçeyan bi awayekî bingehîn bê çarekirin.”

Piştî pejirandina xişteyên budceya 2024ê, Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Bi piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê di budceya 2024ê de hatin dabînkirin.”

Pişka Herêma Kurdistanê di edilandina budceya sala 2024ê de bi her du xerciyên bikarbirin û weberhênanê ve dibe 20 tirilyon û 910 milyar û 463 milyon û 911 hezar dînar, xerciya bikarbirinê 14 tirilyon û 223 hezar dînaran pêk tîne, ji wê hejmarê 11 tirilyon û 580 dînar ji bo mûçeyên Herêma Kurdistanê hatine terxankirin û bi vî awayî her meh 965 milyar dînar ji bo xerciya vî warî tên şandin.

 

K24

Top