• Sunday, 16 June 2024
logo

Xwişka xwe û zavayê xwe kuştin û piştre xwe jî kuşt

Xwişka xwe û zavayê xwe kuştin û piştre xwe jî kuşt

Li navçeya Sumbasê ya parêzgeha Osmaniyeyê ya Tirkiyeyê îro zilamekî xwişka xwe û hevjîna wê kuştin û piştre xwe jî kuşt.

Li Gafarliyê ya Sumbasê Ahmet Cengîz çû ber mala xwişka xwe û ji ber sedemeke nehat zanîn bi tifingê xwîşka xwe Şadiye Ozerliya 41 salî û hevjînê wê Yusuf Ozerliyê 45 salî kuştin.

Ahmet Cengiz piştre jî xwe kuşt.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê her sê kesan veguhastin morga nexweşxaneyê.

Hat zanîn pêştir di navbera Ahmet Cengiz û xwîşka wî ya mezin Şadiye Ozerliyê de pirsgirêk hebûye.

 

Rudaw

Top