• Sunday, 19 May 2024
logo

Sîstema piştrastî û garantiyê li Herêma Kurdistanê destpê dike

Sîstema piştrastî û garantiyê li Herêma Kurdistanê destpê dike

Yekem care li Herêma Kurdistanê bi çavdêriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi beşdariya hejmarek ji wezîrên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê yekem konferansa piştrastî û garantiyê li Herêma Kurdistanê destbikarên xwe kir û dirûşma konferansê jî pêktê ji garantiya jiyan û sermaye diparêze.

Yekem pêngavên destpêkirina vê konferansê de, amadekar amaje bi wê yekê dikin ku konferans kar dike ji bo piştrastî dayîn bi hemwelatiyên Herêma Kurdistanê, ku beşdarî sîstemên banka û şêwazê encamdanê peymanên garantiyê bibin, ku pêwîst dike hemwelatî rojane jiyana xwe bi wê sîstemê cîhbicîh bikin.

Konferans li ser çar bingehên zanistî û darayî karên xwe dike, ku pêktên ji damezrandina kompanyayên piştrastî û garantiya niştimanî li Herêma Kurdistanê û pirsgirêk û astengên piştrastiyê di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê û rola piştrastiyê di geşedan û pêşketina aborî li Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê jî zelal bûye û rola teknolojiya zanyarî û pêşkeşkirina xizmetguzariyan li Herêma Kurdistanê jî berçav bike.

Li gor wan zanyariyên berpirsê karûbarên hunerî li rêveberiya giştî ya karûbarên garantiyê Serwîn Îsmaîl diyar kiriye, li Herêma Kurdistanê heşt kompanyayên garantiyê hene û pênc kompanyayê bi hevbeşiya navbera Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê kar dikin û du ofîs di navbera kompanyayên garantiyê li Herêma Kurdistanê ofîsên wan hene.

Li ser asta Iraqê jî zêdetir ji 30 kompanyayên di warê garantiyê de kar dikin hene ku beşek ji wan rasterast peywendiya wan bi wezareta darayî ya Hikûmeta Iraqê re heye.

Ev konferanse îro li bajarê Hewlêrê dest bi karên xwe kir û dê 2 rojan berdewam bibe û derveyî gotarên serekî amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo destpêkirina vê sîstemê wek sîstemekî modern gotûbêjên zanistî û aborî têde dê bên kirin.

 

Basnews

Top