• Saturday, 18 May 2024
logo

Ji şandeya Senatoya Amerîkayê bo Mesrûr Barzanî: Em piştevaniya Amerîkayê bo parastina asayîşa Herêma Kurdistanê teqez diyar dikin

Ji şandeya Senatoya Amerîkayê bo Mesrûr Barzanî: Em piştevaniya Amerîkayê bo parastina asayîşa Herêma Kurdistanê teqez diyar dikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyekî Senatoya Amerîkayê kir û şandeya Amerîkî piştevaniya welatê xwe ya ji bo parastina aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê bi teqezî diyar kirin.

Îro 04.05.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeyekî Senatoya Amerîkayê kir ku ji Senator Ted Budd û Senator Johni Ernst pêkhatibûn. Di civînê de Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowsky û konsulê giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Mark Straw jî amadebûn û gotûbêj derbarê pêşxistina peywendiyên dualî û pêşketinên dawî yên li Iraqê û giringiya parastina mafên destûrî û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Şandeya Senatoya Amerîkayê piştgiriya welatê xwe ya ji bo parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê bi teqezî diyar kirin.

Serokê Hikûmetê jî spasiya piştevaniya berdewam a Amerîkayê kir, bi taybetî piştgirîkirina Pêşmerge de. Herwaha behsa giringiya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal aIraqê li ser bingehê destûrê û rêkeftina wan û herwaha rêzgirtina li sîstema federal û pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê kir.

Mijareke din a gotûbêjan jî taybet bû derbarê helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de û vê derbarê de jî behsa giringiya pêkanîna helbijartinên azad û şefaf û dadperwerane hate kirin û bi beşdariya hemû aliyan û parastina mafên pêkhateyan jî bi giringî hate gotûbêj kirin.

 

Basnews

Top