• Saturday, 18 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî û şanda Senatorên Amerîkî civiyan

Nêçîrvan Barzanî û şanda Senatorên Amerîkî civiyan

Piştîvaniya Amerîkayê bo Kurdistanê berdewam dibe.

Îro şemî li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Senatorên Amerîkî kir ku, ji her yek ji Senator Ted Budd û Senator Johnny Erntz û çend kesên din pêk hatibû.

Di civînê de giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên Amerîkayê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û diyaloga heyî ya bo çareser kirina wan kêşeyan û rewşa Îraq û herêma Kurdistanê de hate kirin.

Şanda mêwan berdewam bûne piştîvaniya Amerîkayê bo Îraq û herêma Kurdistanê dubare kir û balkêşande ser vê yekê ku, Amerîka weke hevpeymanek, girîngî bi têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê dide.

Şanda han herwiha stayîşa rola hêzên pêşmerge ya bo têk birina DIŞI û parastina aramiya li deverê de kir.

Ji aliyê xwe ve Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî jî rêzdariya xwe ya li hember dom kirina piştîvaniya Senato û Kongrêsa Amerîkayê  bo Îraq û herêma Kurdistanê diyar kir û tekez li ser xwesteke Îraq û herêma Kurdistanê bo pêşde birina têkiliyan li gel Amerîkayê de kir.

Çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş rojevên din yên vê civînê bûn ku, balyozê Amerîkayê li Îraqê û Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li herêma Kurdistanê jî têde beşdar bûn.

 

 

 

Top