• Saturday, 18 May 2024
logo

Dadgehê biryara berdana Demîrtaş da

Dadgehê biryara berdana Demîrtaş da

Dadgeha Îstinafê derbarê hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş de biryara beraatê da.

Selahattîn Demîrtaş 7ê Kanûna Paşîna 2020an di dema parastina xwe ya li 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê de serdozgerê wê demê yê Enqereyê Yuksel Komacam rexne kiribû.

Demîrtaş diyar kiribû ku Serdozger Yuksel Kocaman li wî “kumpas kiriye” û gotibû “Ew dê li pêşberî hiqûqê hesab bide.”

Ji ber van gotinan bi hinceta ku “Erkdarekî dewletê yê di têkoşîna li dijî terorê de erkdar e kiriye hedef” doz li Demîrtaş hatibû vekirin.

Di encama darizandina vê dozê de 2 sal û 6 mehan ceza li Selahattîn Demîrtaş hatibû birîn.

Mahsûnî Karaman parêzerê Demîrtaş îtiraz kiribû dosya çûcû Dadgeha Îstinafê.

22yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê biryara dadgeha herêmî betal kir û bi yekdengî biryara beraata Demîrtaş da.

 

Rudaw

Top