Serokwezîr Mesrûr Barzanî 1200 laptop û data show ji mamosteyên rahêner re dabîn kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 600 laptop û 600 amûrên nîşandana datayan (Data Show) pêşkêşî mamosteyên rahêner ên Wezareta Perwerdeyê kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 4ê Gulanê di daxuyaniyekê de ragihand, bi piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî 600 laptop û 600 amûrên nîşandana datayan pêşkêşî mamostayên rahêner ên Wezareta Perwerdeyê kirin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji her mamostayekî re laptopek hatiye dayîn û ji her yek ji wan mamostayan jî dê di vê heftiyê de amûra (Data Show) were dayîn.
Di daxuyaniyê de hat jî, nirxa laptop û wan amûran û 607 milyon û 800 hezar dînar e.
Amaje bi wê jî kir, dabînkirina pêdewîstiyên sereke yên mamosteyên rahêner ên navendên xwendiyê, jib o serkeftina stratejiya perwerdehiyê ya Wezareta Perwerdeyê (2023-2030) e ku dê di vê sala xwendinê de ketiye warê cîbicîkirinê.