• Sunday, 19 May 2024
logo

Li Zapê leşkerekî Tirkiyeyê mir

Li Zapê leşkerekî Tirkiyeyê mir

Li herêma Zap-Avaşînê ya li nav axa Başûrê Kurdistanê leşkerekî Tirkiyeyê mir.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê got ku birûskê li wî leşkerî daye û ew miriye.

Hat ragihandin ku navê wî leşkerî Saît Toktaş (27) e û ew ji bajarê Nevşehîrê yê Tirkiyeyê ye.

Li hêla din, Saît Toktaş çawişê pispor bû.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Top