• Thursday, 16 May 2024
logo

Dayîka girtiyekî kurd li Rojhilatê Kurdistanê: Nehêlin kurê min bê darvekirin

Gulan Media April 29, 2024 Nûçe
Dayîka girtiyekî kurd li Rojhilatê Kurdistanê: Nehêlin kurê min bê darvekirin

Malbata girtiyê kurd li Rojhilatê Kurdistanê Reza Resayî ragehand, di çend rojên pêş de metirsiya cîhbicîhkirina hukmê darvekirina kurê wan pir zêde ye.

Li gor vîdeoyekî ku dayîka wî girtiyê siyasî yê kurd Reza Resayî li tora civakî belav kiriye, daxwaz ji xelkê dike ku berî darvekirina kurê wê pêşî lê bê girtin û dibêje, kurê min bi hejarî û hezar bedbextiyan min mezin kir. Ez tîka li we dikim ji bo xatira mirovdostiyê û ji bo xatira xwedê kurê min rizgar bikin.

Li gor zanyariyan ev çend meheke malbata Reza Resayî daxwaza dûvçûnê li ser dosya wî girtiyê kurd kirine, lê ti bersivek newergirtine.

Hukmê pejirandina berê ya ji aliyê baskê 2 yê dadgeha tewanên parêzgeha Kirmaşanê ji bo cîhbicîhkirina hukmên desthilata qeza Kirmaşanê hatiye şandin û karê îdarî yên pêwendîdar jî hatine kirin.

Reza Resayî temenê wî 34 sale û ji aliyê dadgeha tewanên parêzgeha Kirmaşanê ya baskê 2 ve, bi tometa kuştina bi enqest cezayê darvekirinê li ser hatiye sepandin.

Di hukmê dadgehê de Reza Resayî bi kuştina berpirsê îdareya Îtlaat a bajarê Sehne Nadir Beyramî li parêzgeha Kirmaşanê hatiye tometbar kirin û malbata kuştî jî diyar kiribûn ku ew li dû tolhildanê nagerin û ji bo wan teqez nîne ku kujer Reza Resayî ye yan na. Lê dibêjin ew biryar di dest me de nîne û rezamendiya me ti mifa û sûda wê tine, li ser vê yekê divê Sipaha Pasdaran biryarê bide.

 

Basnews

 

Top