Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Nûrî Malikî
Behsa kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.
Peyamnêrê me yê li Bexdayê ragihand ku, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe de bo Bexdayê, li gel Serokwezîrê berê yê Îraqê û Serokê hevpeymaniya dewleta qanûnê Nûrî Malikî civiya.
Di civînê de her du aliyan giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina wan kêşeyan kiriye.
Peyamnêrê me eşkere kir ku, vê piştî civînê li gel Nûrî Malikî, Serokê herêmê li gel Serok civata dadweriya Îraqê jî bicive.