• Monday, 06 May 2024
logo

Peyama Serokê herêmê bo salvegera bordiman kirina Qeladizê

Gulan Media April 24, 2024 Nûçe
Peyama Serokê herêmê bo salvegera bordiman kirina Qeladizê

Beriya 50 salan bi dest rejîma Baesê hatibû bordimankirin.

Di 50mîn salvegera bordiman kirina bajarê Qeladizê ji aliyê rejîma Baesê ve, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kiriye û nivîsandiye; Îro salvegera xemgîn ya 50 saliya şehîd bûna dehan Xwendekar û Mamosteyên zanîngeha Silêmanî û şêniyên medenî yên Qeladizê ye ku,di roja 24ê Nîsana 1974an de bûne qurbaniya tawaneke din ya destê rejîma vê demê ya Îraqê, bi rêzdarî ve wan bi bîrtînin û silav bo rihê wan dinêrin.

Bordiman kirina Xwendekar û Mamosteyên zanîngeha Silêmanî û xelkê sivîl yê Qeladizê bi rêya bordimaneke tirsinok, bû sedema zêde bûna coş û wîna gelê Kurd bo rûbirû bûna sitem û dîktatoriyê û gelê Kurd jî li ser xebat, têkoşîn û berevanî kirin ji doza xwe ya rewa biîsrartir bû.

Ev karesata han bûyereke xwîniye di nava dîroka gelê Kurdistanê de û lazime wane ji were wergirtin û bi yekdengî û yekrêzî û bihevre bûn, bo hertim pêşiya dubare bûna ev dîroka han bigirin bi coşeke mezin ve kar bo pêşerojeke baştir bikin.

Top