• Wednesday, 08 May 2024
logo

Konsulê Rûsyayê li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê daxuyanî da

Gulan Media April 21, 2024 Nûçe
Konsulê Rûsyayê li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê daxuyanî da

Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê Herêma Kurdistanê Maxim Rubin ragihand ku welatî wî amade ye pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bihêztir bike.

Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê Herêma Kurdistanê Maxim Rubin ji Rûdawê re axivî.

Maxim Rubin da zanîn ku pêwendiyên Rûsyayê û Îraqê gelekî bihêz in û kompanyayên Rûsyayê jî plana wê yekê dikin ku karê xwe li Îraqê û Herêma Kurdistanê berfirehtir bikin.

"Kompanyayên Rûsyayê li Herêma Kurdistanê gelek veberhênan kirin"

Rubin li ser kar û bernameyên kompanyayên Rûsyayê yên li Îraqê û Herêma Kurdistanê kar dikin wiha got:

“Kompanyayên Rûsyayê yên wekî Lukoil, Gazprom û Rosneft li Herêma Kurdistanê û Îraqê gelek veberhênan kirin.

Kompanyayên Rûsyayê plan dikin ku karên xwe berfirehtir bikin.“

"Em ji bo hevkariyê vekirîne"

Maxim Rubin li ser pirsa “Gelo bernameya Rûsyayê heye li Herêma Kurdistanê gazê derbixe?” jî wiha got:

“Em ji bo hevkariyeke Rûsî û Îraqî vekirîne. Di her warî de em amade ne.

Ez bi zelalî nizanim plana wan kompanyayan heye yan na.

Ji bo bihêzkirina pêwendî û hevkariya berhemdar a li Herêma Kurdistanê û Îraqê em amade ne.”

 

Rudaw

Top