• Sunday, 19 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê dê ji bo ti aliyekî nebe metirsî

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê dê ji bo ti aliyekî nebe metirsî

Nêçîrvan Barzanî got, “Herêma Kurdistanê dê her tim faktora aramiyê be û ji bo ti aliyekî nebe metirsî.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiyê ya Niştimanî ya Îranê Elî Ekber Ehmediyan îro li Tehranê civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Elî Ekber Ehmediyan daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civinê de rewşa ewlehî, hevkarî û hevahengiya di navbera Komara Îslamî ya Îranê, Îraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina aştî û aramiyê, metirsiyên ewlehiyê yên li herêmê û bandor û encamên wan hatine gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, “Her du aliyan ji bo aramî û ewlehiyê tekezî li ser pêwîstiya hevkarî û hevahengiya hevbeş a di navbera aliyên pêwendîdar ên her du welatan kir.

Ew li ser giringiya rêgirtina ji bo zêdebûna aloziyan û nehiştina kaoseke zêdetir a li herêmê hevra bûn."

Di hevdîtinê de Elî Ekber Ehmediyan jî berdewamiya piştevaniya welatê xwe ji bo Îraqê û Herêma Kurdistanê anî ziman.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Herêma Kurdistanê dê her tim faktora aramiyê be û ji bo ti aliyekî nebe metirsî.”

 

 

Top