Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê ji ber şewitandina sûka Qeyserî a Hewlêrê peyameke hevxemiyê belav kir.
Roja 6.05.2024, Konsulxaneya Amerîkayê li Herêma Kurdistan peyamek belav kiriye û ragehand: ‘’Em hemxemiya xwe arasteyê hemû wan kesan dikin ku ji ber agir girtina karesata bazara Qeyserî a nêzîk keleha dîrokî a Hewlêrê ku ziyan li wan ketiye.
Herwaha ragehand, ‘’Em hêviya başbûneke bi lez ji bo hemû berkeftiyên bûyerê dixwazin û destxsweşiyê ji tîmên berevaniya şaristanî û tîmên tendurustiya Hewlêrê dikin ji ber hewlên wan ku bûye sedema kêmkirina ziyanan.’’
Şeva borî li Hewlêra Paytext di bazara Qeyseriyê de şewat derket û ji 4 hezar dikanan, 227 dikan şewitîn 132 kes jî li hêzên ewlekarî û xelkê sivîl birîndar bûn.