• Saturday, 18 May 2024
logo

Seroka Parlamentoya Yekitiya Ewrupayê: Sepandina cezayan li ser sektora dron û mûşekên Îranê bi yekdengî pêkhat

Gulan Media April 18, 2024 Nûçe
Seroka Parlamentoya Yekitiya Ewrupayê: Sepandina cezayan li ser sektora dron û mûşekên Îranê bi yekdengî pêkhat

 Seroka Parlementoya Yekîtiya Ewrupayê got, sepandina cezayan li ser sektora dron û mûşekan ya Îranê, biryareke yekdengî ya welatên Yekîtiya Ewrupayê ye.

Seroka Parlamentoya Ewrupayê Roberta Metsola ji K24ê re ragihand, ew pêwîst dibînin ku dorpêçan li ser Îranê bisepînin, ji ber wê jî ew yek kirine.

Metsola ragehand, sepandina cezayên li ser Îranê biryarek bû ku bi piraniya dengan ji aliyê Yekîtiya Ewrupayê ve hat dayîn.

Herwaha got: “Sepandina cezayan li ser sektora dron û mûşekan ya Îranê pêwîst û hinceta wê hebû. Ev jî rêyek e ku Parlamentoya Ewrupayê hertim kar li ser kiriye û dê di paşerojê de jî li ser rêya wê berdewam be.”

Ev daxuyaniya Mitsola piştî wê tê, Serokê Konseya Ewrupayê Charles Michel duh çarşemê ragihand, Yekîtiya Ewrupayê biryar da ku cezayên nû li ser sektora hilberînerên dron û mûşekan a Îranê bisepîne.

Michel di dawiya lûtkeya Brukselê de ku rêveberên 27 welatên endam tê de beşdar bibûn de got: “Me biryar da ku cezayan li ser Îranê bisepînin. Piştî êrîşa bêmînak a Îranê li ser Îsraîlê, me xwest peyameke zelal bigihînin Komara Îslamî ya Îranê.”

Artêşa Îsraîlê ragihand, Îranê zêdetirî 300 dron û mûşek avêtine Îsraîlê û %99 ji wan xistine xwarê. Herwaha ragehandibû ku, beşek ji wan dron û mûşek ji bilî ji Îranê, ji Iraq û Yemenê ve jî hatibûn avêtin.

 

 

Basnews

Top