• Monday, 29 April 2024
logo

Martin Sichert: Almanya ji ber Tirkiyeyê rewşa Efrînê naşopîne

Gulan Media April 16, 2024 Nûçe
Martin Sichert: Almanya ji ber Tirkiyeyê rewşa Efrînê naşopîne

Endamê Parlamentoya Almanyayê Martin Sichert got, “Ji ber ku Tirkiye hevpeymaneke Almanyayê ye û di NATOyê de ye û pir bi hev re kar dikin, Hikûmeta Almanyayê giringiyê nade şopandina rewşa Efrînê.”

Martin Sichert da zanîn, “Li Efrînê binpêkirinên mezin ên mafên mirovan ên wekî destdirêjî û kuştinê hene lê Hikûmeta Almanyayê guh nade vê mijarê.”

Sichert li ser pêwendiyên Almanya û Tirkiyeyê wiha axivî:

“Almanya dixwaze bi Tirkiyeyê re di NATOyê de bi hev re bixebitin, dibe ku bixwazin li dijî Rûsyayê jî bi hev re bixebitin, loma jî naxwazin zêde bi ser Tirkiyê de biçin.

Hikûmeta Almanyayê dibêje ku ew naxwaze Tirkiye bi wan re rû bi rû bibe. Loma jî hewl didin rewşa Efrînê di bin perdeyê de bihêlin û behsa wê nekin.

Naxwazin behsa tiştên xerab ên ku Tirkiye yan artêşa Tirkiye dike, bikin. Loma jî qet naxwazin qala rewşa Efrînê bikin.”

Piştî ku Tirkiyeyê Efrîn dagir kir Kurdan bi darê zorê dixe ser rê û dirbên koçberiyê.

Martin Sichert bal kişan ser vê yekê û got:

“Guhertina demografiyê pirsgirêkeke mezin e

Ev yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî mezin e loma jî cîhan şerekî wiha naxwaze. Ev sûcekî mezin ê şer e ku li Efrînê tê kirin.”

Endamê Parlamentoya Almanyayê Martin Sichert li ser rola hêzên Kurdan a di rizgarkirina Şingalê de got:

“Yên ku li Şinaglê şer kir û hewl da ku korîdorekê ji Êzidiyan re veke da ku birevin, hêzên kurdî yên YPG û PKKyê bûn.”

Martin Sichert bal kişand ser metirsiyên li ser Kurdan û da zanîn:

“Divê em hewl bidin cihekî ewle ji bo Kurdan li bakurê Sûriyeyê bi dest bixin.”

Endamê Parlamentoya Almanyayê Martin Sichert bû mêhvanê Tora Medyayî ya Rûdawê û pirsên Dilbixîn Dara bersivandin:

Rûdaw: Hûn wekî parlamenterên Almanyayê çawa çavdêriya rewşa mafên mirovan a li Sûriyeyê dikin?

Martin Sichert: Pir xirab e çimkî niha DAIŞ li gelek cihan hatiye tunekirin lê hîn jî hin çalakiyên wê hene. Haya me ji rewşa li herêma Efrînê ya li bakurê Sûriyeyê heye ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye dagirkirin û pirsgirêkên me yên mezin ên mafên mirovan li wir hene.

“DAIŞ li seranserê cîhanê pirsgirêkeke mezin a mafên mirovan e”

Rûdaw: Te behsa êrişên DAIŞê kir, baş e zêdebûna êrişên wê, wiha dike ku binpêkirina mafên mirovan zêdetir bibin?

Martin Sichert: Erê, bê guman, çimkî DAIŞ ji bo kesên ku baweriya wan bi Îslamê nayê û tew ji bo kesên ku bi Îslamê bawer dikin jî guh nade mafên mirovan.

Wekî mînak, ger li muzîkê bidin an beşdarî hemû tiştên Remezanê nebin, vê yekê wekî binpêkirineke mezin dibînin û pir bi şidet û tundî li dijî wan kesan tevdigerin.

Loma, DAIŞ li seranserê cîhanê pirsgirêkeke mezin a mafên mirovan e, wekî ku me vê dawiyê li Moskowê dît ku 140 kes ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin.

“Zêdetirî 5000 sûcdarên şer ku piraniya wan DAIŞ in çûne Almanyayê”

Rûdaw: Gelek DAIŞiyên berê nav û cilûbergên xwe guhertin û derbasî Ewropayê bûn û hinek ji wan li Almanyayê bi cih bûne û mafê penaberiyê xwestiye, hûn ji wan agahdar in?

Martin Sichert: Erê, haya me ji wan kesan heye. Rapor dibêjin ku di navbera salên 2014 û 2019an de zêdetirî 5000 sûcdarên şer ku piraniya wan DAIŞ in, ji Sûriye û Îraqê, tenê koçî Almanyayê kiriye ne ku welatên din.

Erê, pirsgirêkeke me ya mezin li vir heye. Her wisa em dibînin ku Misilmanên radîkal li Ewropayê jî zêde dibin. Bi baweriya min, eger em bixwazin bi hev re di cîhaneke azad de bijîn, divê em şerê DAIŞê bikin, ne tenê li Ewropa û Rojhilata Navîn lê divê em li seranserê pê re şer bikin da ku em hemû baregehên wê bigirin.

Rûdaw: Li herêmên Rêveberiya Xweser ti rêxistin heye ku derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên li Suriye û Rojvayê Kurdistanê raporan bide we?

Martin Sichert: Hin raporên mafên mirovan gihîştine me. Hikûmeta Almanyayê guh dide wê yekê ku destê wê bigihe van hemû raporan lê tenê wêneyekî me yê nezelal li ser tiştên ku diqewimin heye çimkî em gelek tiştan li wir dibînin ku ji hêla rêxistinên sivîl ve rapor derbarê wan hatine dayîn ku behsa tundûtûjiyê û tiştên din dikin û wêneyê rastîn ê wê derê li cem me tune.

Em tenê dibînin ku tundûtûjî û binpêkirinên mafên mirovan li wir berdewam dikin lê tenê ji rêxistinên sivîl bi dest me dikevin.

Wekî min got, tevahiya wêne li ber destê me nîne ka bi rastî çi li wê derê, li wê herêmê diqewime û ev jî dilgiraniyeke mezin e.

Rûdaw: Ti pêwendiya we li gel dezgehên mafên mirovan ên Rêveberiya Xweser hene?

Martin Sichert: Hinek pêwendiyên me li Îraqê hene lê rasterast li Sûriyeyê nînin.

Rûdaw: Wate ti pêwendiya we bi rêxistinên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê nîne. Minak li wê derê Rêveberiya Xweser heye û nêzîkî 5 milyon kes di bin îdareya wê de ne, ti pêwendiyên we yên fermî bi wê rêveberiyê re nînin?

Martin Sichert: Ti têkiliya min a fermî bi wan re tune çimkî ez tenê endamekî Parlamentoya Almanyayê me lê pêwendiyên fermî jî hene.

Li gorî min, pêwendiyên fermî yên Hikûmeta Almanyayê hene çimkî bi berdewamî hin raporan li ser tiştên ku li wir diqewimin dide me.

“Hewl didin behsa rewşa Efrînê neyê kirin”

Rûdaw: Li Efrîn û derdora wê ku di bin kontrola çekdarên mixalefeta Sûriyeyê de ye li gorî agahî û raporên digihêjin me rewşa mafên mirovan gelekî xirab e. Hûn li wê derê rewşa mirovan çawa dişopînin?

Martin Sichert: Pirsgirêkên me yên mezin hene lê ji ber ku Tirkiye hevpeymanekî Almanyayê ye û di NATOyê de ye û pir bi hev re dixebitin Hikûmeta Almanyayê giringiyê nade çavdêrîkirina rewşa Efrînê.

Îcar ji ber ku ewqasî ji nêz ve bi hev re dixebitin Hikûmeta Almanyayê dibêje ku ew naxwaze Tirkiye bi wan re rû bi rû bibe. Loma jî hewl didin rewşa Efrînê di bin perdeyê de bihêlin û dabaşa wê nekin.

Tu nikarî gelek raporên li ser vê yekê di medyaya Almanî de peyda bikî. Lewra jî me biryar da ku em hewl bidin vê mijarê li Parlamentoya Almanyayê bînin rojevê çimkî bi rastî em ti kesî di hikûmeta Almanyayê de nabînin ku guh bide vê mijarê, tevî ku em binpêkirinên mezin ên mafên mirovan, destdirêjî û kuştinê li wir dibînin.

Em dibêjin ku divê em li ser vê yekê biaxivin ku Tirkiye van tiştan dike, tew heke hevpeymana Almanyayê be jî. Divê em biaxivin û divê em êdî vê rewşê qebûl nekin.

“Naxwazin zêde bi ser Tirkiyê de biçin”

Rûdaw: Helwesta Almanyayê ya fermî li hemberî van bûyerên li Efrînê çêdibin çi ye an jî helwestekê wê heye?

Martin Sichert: Hewl didin her tiştî bikin. Tu dizanî ku li vir, li Almanyayê bi milyonan Tirk dijîn û hikûmet wan wekî dengdêr dixwaze û dixwaze bi Tirkiyê re di NATOyê de bi hev re bixebitin, dibe ku bixwazin li dijî Rûsyayê jî bi hev re bixebitin.

Loma naxwazin zêde bi ser Tirkiyê de biçin. Naxwazin behsa tiştên xerab ên ku Tirkiye yan artêşa Tirkiye dike, bikin. Loma jî qet naxwazin qala rewşa Efrînê bikin. Heta ji wan tê hewl didin perdeyê bi ser de berdin ji bo ku di nav raya giştî ya Almanyayê de nebe mijara gengeşeyan, wê demê divê Almanya li ser bixebite çimkî li wir gelek binpêkirinên mafên mirovan hene.

Siyaseta derve ya Almanyayê dibêje ku em dixwazin siyaseteke femînîst bin lê em dibînin ku li Efrînê destdirêjî li jinan tê kirin û gelek binpêkirinên mafên mirovan li hemberî jinan hene.

Lewra eger wê bibînin, divê li ser kar bikin lê hewl didin nebînin û nedin çapameniyê û li ser nepeyivin da ku tiştekî li ser wê nekin.

“Ev binpêkirina mafên mirovan a herî mezin e”

Rûdaw: Beriya ku Efrîn were dagirkirin rêjeya nifûsa Kurdan ji sedî 98 bû lê niha derdora ji sedî 65an bûye Ereb. Bi awayekî sîstematîk li Efrîn û Serê Kaniyê demografî tê guhertin. Hûn wekî parlamenterên Almanyaya Federal çawa çavdêriya guhertina sîstematîk a demografîk a wan herêman dikin?

Martin Sichert: Ev pirsgirêkeke mezin e çimkî ev nîşan dide ku ne tenê ew e ku mirov têkevinê û jê derkevin. Dema ku guherîneke wisa mezin û darîçav hebe, tu dibînî ku hikûmeta Tirkieyê bi rastî û bi zanebûn vê yekê dike da ku şêniyan li herêmekê biguhere.

Ev yek ji wan tiştan e ku em li Almanyayê jê re dibêjin “Modeya Filka”yê ku heman rewşa Êzidiyan e ku em li Sûriyeyê dibînin dema ku DAIŞ ket nav wan û hewl da şêniyên wir derxe û li wan deveran nehêlin.

Ev binpêkirina mafên mirovan a herî mezin e ku tu xelkê ji warê wan derxî û kesên ji neteweyên din li dewsa wan bi cih bikî û hewl bidî şêniyên devereke ku bi sedan sal e lê dijîn biguherî.

Ev yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî mezin e loma jî cîhan şerekî wiha naxwaze. Ev sûcekî mezin ê şer e ku li Efrînê tê kirin.

“Çima Tirkiye naçe herêmeke din dagir nake?”

Ger cîhan bixwaze bibe cihekî azad, ger cîhan bixwaze bibe cihê mafan, naxwe divê hikûmetên cîhanê rûyê xwe wernegerînin, li şûnê karvedana wan ji bo wê rewşê hebe û Tirkan ji vî karî rawestînin.

Her wisa em rewşeke din ku Tirkiyeyê derxistiye holê dibînin ku tiştekî hevawa ye û li herêma Qerebaxa Ermenistanê diqewime ku Azeriyan bi piştgiriya Tirkiyeyê dagir kiriye û guhertina şêniyan li wir jî heye û divê em vê yekê bidin sekinandin.

Çima Tirkiye naçe herêmeke din dagir nake û şêniyên wê naguhere? Divê em vê rewşa Efrînê qebûl nekin. Divê ew li ku derê bin jî em wan bidin sekinandin.

“Guvaşa hêzên Tirkiyeyê pir dijwar e”

Rûdaw: Ti pêwendiyên we yên rasterast li gel xelkê Efrînê çêbûne ku mafên wan hatibin binpêkirin?

Martin Sichert: Erê, gelek têkiliyên min bi wan kesan re hene ku di vê rewşê de bi sivîlan re hewl didin da ku mafên mirovan biparêzin.

Hevalekî min ê baş bi navê Dr. Ekrem Nezan heye ku li wê herêmê ji dayik bûye û nas û xizmên wî li wir hene, dê û bavê wî di erdheja herêma Efrînê de li wir hatine veşartin.

Her wisa gelek kes hene zanyariyan li ser rewşa wir didin min ku ez dikarim wêneyekî baş ê wir bibînim. Her wiha hinek kesên pir xurt û wêrek li wir hene ku hewl didin giringiyê bidin xelkê lê ev li jêr guvaşa hêzên Tirkiyeyê pir dijwar e ku hewl didin rê li ber her zanyariyeke li ser rewşa mafên mirovan li Efrînê bigirin da ku negihe tu dera cîhanê.

“Dema ku li Şingalê komkujî diqewimî, cîhanê rûyê xwe zîvirandibû”

Rûdaw: Em werin ser mijara Êzidiyan, Parlamentoya Almanyayê biryareke girîng da ku alîkariya Kurdên Êzidî yên Şingalê bike. Li Efrînê jî Kurdên Êzidî hene û rastî komkujiyeke gelekî berfireh dibin. Wekî ku hûn alîkariya Êzidiyên li Şingalê dikin çawa dikarin alîkariya Êzidiyên Efrînê jî bikin?

Martin Sichert: Erê, divê em xizmeta wan bikin çimkî em dibînin ku hêzên Îslamî yên radîkal dest daniye ser Efrînê û ev pirsgirêkeke mezin e ne tenê ji bo Êzidiyan lê ji bo kêmîneyên olî û ji bo Mesîhiyên herêmê jî.

Loma divê em tiştekî bikin. Ev ji bo Hikûmeta Almanyayê tiştekî nola Şingalê ye. Erê, Hikûmeta Almanyayê li Şingalê alîkariya wan kir lê pir dereng. Dema ku li Şingalê komkujî diqewimî, cîhanê rûyê xwe zîvirandibû.

“Yên ku li Şingalê korîdorek vekir PKK û YPG bûn”

Yên ku li wir şer kir û hewl da ku korîdorekê ji Êzidiyan re veke da ku birevin, hêzên kurdî yên YPG û PKKyê bûn.

Wê demê Almanya jî di nav de cîhana Rojavayê rûyê xwe zîvirandibûn. Pirsgirêka herî mezin ev bû.

“Ji ber dengên wan naxwazin Tirkan bêzar bikin”

Rûdaw: Almanya û Tirkiye bi salan e du hevpeyman in û pêwendiyên wan ên wekî aborî, dîplomatîk, leşkerî û siyasî hene. Tevî ku Almanya mafên mirovan diparêze û li hemberî neheqiyan derdikeve çima ew qasî li hemberî van binpêkirinan bêdeng dimîne?

Martin Sichert: Ji ber ku partiyên desthilatdar ên Almanyayê naxwazin merivên Tirk ên ku li Almanyayê dijîn bêzar bikin. Pêdiviya wan wekî dengder bi wan heye û ditirsin ku Tirkên ku wekî dengder li Almanyayê dijîn hinekî bêzar bibin.

Lewra li ser tiştên ku Erdogan û dewleta Tirkiyeyê li wir dikin, tiştekî nakin û naxwazin tiştekî jî bibêjin.

“Li Efrînê komkujî diqewime û mafên mirovan tên binpêkirin”

Rûdaw: Baş e tu partiya desthilatdar rexne dikî, eger hûn bibin desthilatdar hûn dê çi bikin?

Martin Sichert: Na, em ne bê desthilat in. Em dikarin mijaran bibin nav raya giştî ya Almanyayê û em vê dikin. Em dikarin ji wan re bibêjin binêrin, ew her tim behsa mafên mirovan dikin lê va ye li Efrînê komkujî diqewime û mafên mirovan tên binpêkirin û ew ji bo vê yekê tiştekî jî nakin. Ev raya giştî ya Almanyayê dilivîne û zextê li hikûmetê dike ku tiştekî bike.

Rûdaw: Welatên din ên Ewropayê jî ti helwesta cidî li hemberî binpêkirinan nîşan neda. Ewropî bi giştî li hemberî van qirkirinên ku li herêmên Kurdan çêdibin bêdeng dimînin...

Martin Sichert: Erê, em vê pirsgirêkê dibînin. Yek ji sedeman ew e ku Tirk li van welatan dijîn û pirsgirêkeke din jî ew e ku ew di NATOyê de ne û Tirkiye jî di NATOyê de ye û pêdiviya wan wekî şirîkekî li dijî Rûsyayê pê heye. Loma jî bi Tirkiyê re bi hev re dixebitin û rê didin Tirkiyê li ku derê çi bixwaze bike.

"Çima Neteweyên Yekbûyî rewşa Kurdên li Efrîn û Serê Kaniyê naşopîne?"

Rûdaw: Te got ji ber pêwendiyên xwe, Almanya nikare hinek tiştan bike,  baş e hûn bixwe rasterast nekin jî hûn dikarin şandeyeke çavdêriya mafên mirovan bişînin Serê Kaniyê û Efrînê da ku hûn zanibin çi dibe û çi nabe? We ji bo vê yekê hewl daye?

Martin Sichert: Erê, divabû bihata kirin. Helwesta partiya min ew e ku tewra divê Neteweyên Yekbûyî here wir û divê em hewl bidin cihekî ewle ji bo Kurdan li bakurê Sûriyeyê bi dest bixin da ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bin.

Em dizanin ku Neteweyên Yekbûyî diçe ku derê û çalakiyên wê yên çavdêriyê li kû ne, wekî nimûne, li Afrîka û parzemînên din jî. Dikare bi ser keve ku hikûmetek bê avakirin û ew fişar li ser xelkê bê rakirin û azadiya jiyanê bi xelkê were dayîn.

“Divê em ji bo Kurdan cihê ewle ava bikin”

Loma bi nêrîna min, divê em bi rastî hewl bidin ku Neteweyên Yekbûyî biçe wir û bibîne ka çi li wir diqewime û çavdêriya wê bike û li ser tiştên ku li wir dibînin û tiştên ku ji bo cîhanê pê re heye, raporan bide.

Bi baweriya min, ev rêya herî baş e ji bo nehiştina binpêkirinên mafên mirovan ên li wir çimkî ez lap piştrast im ku Tirkiye naxwaze bi hemû cîhanê re li ser tiştên ku em li wir dikin biaxive.

"Gelo pêkan e ku ji bo darizandina çekdarên li Efrînê mekanîzmayek were avakirin"

Rûdaw: Bi nêrîna te mekanîzmek heye ji bo dadgehîkirina wan çekdarên li Efrînê tevlî binpêkirinan bûne û vegeriyane Almanyayê?

Martin Sichert: Almanyayê wekî pêwîst kar nekiriye. Hêzên polîs ji zêdetirî 5000 kesên ku wan nas dikin, tenê lêpirsîn li çend sed kesan kirine lê divê em bi van tiştan re tevbigerin.

“Divê her kesê ku sûcdarê şer be li Almanyayê neyê hewandin”

Divê em lêkolînê bi her 4000ên din re bikin. Divê her kesê ku sûcdarê şer be li Almanyayê neyê hewandin. Divê ev peyamek be û divê ji welêt derkevin û divê cezayê sûcên xwe yên şer wergirin.

Rûdaw: Hejmara wan kesan gelek e ku berê tevlî sûcan bûne û di nav DAIŞ û El Nusreyê de cih girtiye?

Martin Sichert: Li vir gelek ji wan hene. Em bi dursitî hejmara wan nizanin çimkî gelekan ji wan ji me re gotiye ku şêniyên welatên din in lê em dizanin ku gelek ji wan li vir hene.

Rûdaw: Ji bo ku tu mêvanê min bûyî û te bi dilekî vekirî pirsên min bersivandin gelekî spas...

Martin Sichert: Gelekî spas ji bo vê derfetê û cejna we pîroz be.

 

Rudaw

Top