• Monday, 29 April 2024
logo

Kes xwe li ber Amedsporê nagire: ‘Em tên, bila Beşîktaş û Galatasaray ji me bitirsin’

Gulan Media April 15, 2024 Corane
Kes xwe li ber Amedsporê nagire: ‘Em tên, bila Beşîktaş û Galatasaray ji me bitirsin’

Piştî serkeftina Amedsporê ya li hemberî Kastamonusporê alîgirên Amedsporê rijiyan kolanan û wan serkeftina tîma xwe pîroz kir.

Amediyan lîstikvanên tîma xwe li balafirgeha Amedê bi coş û peroşeke mezin pêşwazî kir û stranên serkeftinê gotin.

Ev çend hefte ne ku pişta Amedê nayê xwarê û aligirên wê ji tîma xwe gelekî bawer in.

“Bila Beşîktaş û Galatasaray ji me bitirsin”

Baweriya wan gihiştiye astekê ku êdî wan çavên xwe li tîmên wekî Beşîktaş û Galatasarayê sor kirine û dibêjin:

“Em tên, bila Beşîktaş û Galatasaray ji me bitirsin”

Em hene, em gel in, em Kurmanc in. Hûn nikarin bêje Amed tune! Heye, li vir e.”

Tîma kesk û sor Amedspor di pêşbirka xwe ya herî dijwar a lîga vê salê de bi ser ket.

Amedspor li hemberî rikabera xwe Kastamonusporê 1-0 bi ser ket û bi 3 pûanan vegeriya Amedê.

Lîstikvanên Amedsporê li ber Balafirgeha Amedê ji aliyê bi hezaran alîgiran ve hatin pêşwazîkirin.

Deng û pesindayînên alîgiran û qorneyên wesayîtan wisa kir ku ji her dera bajêr dengê serkeftinê bilind bibe.

Kelecana alîgiran hesreta bajarê Amedê ya şampiyoniyê bû.

Amedspor ku di lîga duyemîn de, di koma sor de pêşeng e, bi vê serkeftina xwe ya dawiyê pûana xwe kir 77.

Di navbera Amedsporê û rikabera wê ya herî nêzik de niha 6 pûan ferq heye.

Ger Amedspor 21ê Nîsanê li hemberî Îdirsporê jî bi ser bikeve wê demê beriya bidawîbûna lîgê bi 2 hefteyan şampiyoniya xwe radigihîne.

Amedspor ger îsal bibe şampiyon dê rasterast derbasî lîga 1emîn bibe.

Ger di wê lîgê de jî bi ser bikeve îcar dê derbasî Lîga Super a Tirkiyeyê bibe.

Wî çaxî dê bi tîmên wekî Galatasaray, Fenerbahçe û Beşîktaşê re rikaberiyê bike.

“Em pir delal in”

Alîgirên Amedsporê coş û dilxweşiya xwe bi van hevokan anîz zimên:

“Em şampiyon in, şampiyon.”

“Li her cihî Amedspor heye.”

“Şampiyon Amedspor.”

“Serkeftin a me ye.”

“Em pir delal in, me îro şampiyoniya xwe standiye.”

 “Bila dengê me here gelê Kurdistanê, tîma herî mezin Amedspor e.”

“Em serê xwe li ber ti kesî danaynin.”

 

Rudaw

Top