• Sunday, 05 May 2024
logo

Nûnerê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî hişyarî da Îsraîl û Amerîkayê

Gulan Media April 14, 2024 Nûçe
Nûnerê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî hişyarî da Îsraîl û Amerîkayê

Nûnertiya Daîmî ya Îranê ya Neteweyên Yekbûyî li ser êrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê got, “Dibe ku mijar bi dawî bûbe. Eger Îsraîl xeletiyeke din bike, dê bersiva Îranê pir girantir be.”

Nûnertiya Daîmî ya Îranê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê êrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Nûnertiya Îranê got, “Ev kiryara leşkerî ya Îranê li gorî madeya 51ê ya peymana Neteweyên Yekbûyî ya derbarê berevaniya rewa de, berteka li hemberî destdirêjiya Rejîma Siyonîst a li dijî baregehên me yên dîplomatîk ên li Şamê bû.

Nûnertiya Îranê di beşeke din a daxuyaniyê de ragihand, “Dibe ku mijar bi dawî bûbe.

Lêbelê, eger rejîma Îsraîlê xeletiyeke din bike, dê bersiva Îranê pir girantir be.

Herwiha Nûnertiya Îranê ya NYyê hişyarî da Amerîkayê jî û wiha pê de çû, “Ev nakokî di navbera Îran û rejîma hov a Îsraîlê de ye, ku divê Amerîka ji vê dûr bisekine!”

Top