Çawişê pispor jinek tacîz kiribû: Biryar li ser wî hat dayîn
Li Şirnexê çawîşê pispor ê ku jinek tacîz kiribû ji kar hat dûrxistin.
Çawîşê pispor ê bi navê Z.Ç. 12ê Nîsanê li Taxa Dîcleyê ya Şirnexê dema serxweş bû, jinek tacîz kiribû.
Xelkê derdorê jî ji bo ku midaxeleyî tacîzê bike, li çawîşê pispor dabû.
Polîs û tîmên tenduristiyê yên ku çûbûn cihê bûyerê çawîşê pispor bir nexweşxaneyê.
Piştî tedawiyê Serdozgeriya Komarî ya Şirnexê lêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveyê lêpirsînê de Çawîşê Pispor Z.Ç. hat desteserkirin û ji kar hat dûrxistin.
Herwiha di dema bûyerê de 4 kes jî hatibûn desteserkirin û karûbarê îfadewergirtina wan kesan li birêveberiya ewlehiyê berdewam e.
Daxuyaniya Baroya Şirnexê
Li aliyê din Baroya Şirnexê jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Baroya Şirnexê ragihand ku Z.Ç. ji kar hatiye dûrxistin û derbarê wî de biryara desteserkirinê hatiye dayî.
Herwiha Baroya Şirnexê da zanîn ku lêpirsina 4 kesên desteserkirî berdewam e.
Baroyê tekez kir ku ew dê vê bûyerê bişopînin û bangî welatiyan jî kir ku ji ber vê bûyerê bi aqlê selîm tev bigerin.
Rudaw