• Sunday, 05 May 2024
logo

Mereş di rojên cejnê de bû rawestgeheke geştyaran

Gulan Media April 14, 2024 Nûçe
Mereş di rojên cejnê de bû rawestgeheke geştyaran

Parêzgeha Mereşê di Cejna Remezanê de deriyê xwe ji geştyaran re vekir.

Li parêzgeha Mereşê teras, pêşban an berbana ku bi camê hatiye çêkirin dikeve raserî Bendava Sir a li navçeya OnîkîŞubatê.

Li ser zinarê ku 160 metreyan ji bendavê bilindtir e hatiye çêkirin û niha bûye rawestgeha geştyaran.

Geştyar Mustafa Baltaci got:

“Dîmenekî wê yê gelekî bedew heye. Cara yekem e têm vir lê ez bi hatina vê derê gelekî kêfxweş bûm.

Wekî welatiyekî Mereşî bi vê yekê serbilind im ku cihekî me yê wiha bi nav û deng heye û ji her cihî geştyar tên serdana wê.”

Cihê geştyariyê 20 kîlometreyan dûrî navenda Mereşê ye.

“Cihekî gelekî xweş e”

Piştî erdheja Mereşê xemek bi ser vî bajarî de hatibû lê di 9 rojên betlaneya Cejna Remezanê de bûye navendeke girîng a geştyarên biyanî û navxwe.

Geştyar Erol Agcaboga jî anî ziman:

“Cihekî gelekî xweş e lê rêyên wê gelekî xirab in. Em tevî zarokên xwe hatin û em dê ji xwe re bigerin, cihekî xweş e.

Em betlaneya xwe ya cejnê bi vî awayî derbas dikin.”

Parêzgeha Mereşê jî yek ji parêzgehên Bakurê Krudistanê ye ku ji ber xwezaya xwe ya bedew salane mazûvaniya hejmareke zêde ya geştyaran dike.

Li gorî amarên fermî, tevî erdhejê jî sala 2023yan 115 hezar 999 geştyaran ji bo serdanê çûne Mereşê.

 

Rudaw

Top