• Sunday, 05 May 2024
logo

Çavkaniyek: Sedr bi awayekî bi hêz dê vegere parlamentoyê û hewla pêkanîna hikûmeta piranî bide

Gulan Media April 13, 2024 Nûçe
Çavkaniyek: Sedr bi awayekî bi hêz dê vegere parlamentoyê û hewla pêkanîna hikûmeta piranî bide

Çavkaniyek nêzîk li Muqteda Sedir radigehîne, Tevgera Niştimaniya Şîe hewla ji bo pêkanîna hikûmeta piranî dide û bi awayekî bihêz dê vegere nav parlamentoyê û dê wan aliyan li nav xwe bigre ku dijî Çarçoveya Hemahengiyê ne.

Duh 12.04.2024ê çavkaniyekî nêzîk li rêberê Tevgera Niştimaniya Şîe Muqteda Sedir ragehand, armanca guhertina navê tevgerê, ji bo pêkanîna eniyeke nû ya siyasî û gel e, ku dijî Çarçoveya Hemahengî be.

Li gor heman zanyariyên wê çavkaniyê, amadekarî ji bo wê yekê hatine kirin ku bi awayekî bihêz vegere parlamentoyê. Herwaha teqez dike ku ew enî dê hewl bide ku hikûmeta piranî pêkbîne.

Heman çavkaniyê diyar kir, gelek kesayetî û aliyên siyasî name şandine, di demeke nêzîk de peywendî dê bi Tevgera Niştimanî ya Şîe re pêkbînin.

Du roj berî naha Muqteda Sedir navê tevgera guhert û ev nav we nîşaneya vegera ji bo qada siyasî û beşdariya helbijartinên Parlamentoya Iraqê tê pênase kirin.

 

Basnews

Top