• Sunday, 05 May 2024
logo

Li Awistralyayê êrişa bi kêrê: Gelek kuştî û birîndar hene!

Gulan Media April 13, 2024 Nûçe
Li Awistralyayê êrişa bi kêrê: Gelek kuştî û birîndar hene!

Li bajarê Sydneyê yê Awistralyayê di êrişa bi kêrê de herî kêm 6 kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeyên ku di medyaya Awistralyayê de cih girtin, rayedarên polîsan diyar kir ku li gorî saeta herêmî 16:00an ew ji bo navenda bazirganiyê ya Westfield Bondi Junctiona li rojhilatê Sydneyê hatin gazîkirin ku gelek kes bi kêrê hatine birîndarkirin.

Tîmên tenduristiyê yên New South Walesê ragihand ku gelek kes bi kêrê hatine birîndarkirin ku di nav wan de zarokekî 9 mehî jî heye û wan ew rakirine nexweşxaneyê.

Efserê polîs Anthony Cooke di civîna çapemeniyê de diyar kir ku di encama êrişê de 6 kes mirine û gelek kes jî bi birîndar rakirine nexweşxaneyê.

Anthony Cooke diyar kir ku rewşa hin birîndaran giran e.

Cooke da zanîn ku di lêkolîna destpêkê de derketiye holê ku êrişkar bi tena serê xwe tevgeriyaye û ji ber ku êrişkar hatiye kuştin ti metirsî nînin.

Cooke herwiha da zanîn ku êrişkar li gorî saeta herêmî derdora seat 15:10an ji bo demeke kurt ji navenda bazirganiyê derketiye û piştî 10 xulekan vegeriyaye û êrişî 9 kesan kir.

Cooke diyar kir ku li navenda bazirganiyê polîsek ji paş ve nêzîkî êrişkar bûye lê beriya ku gulebaran bike ew bi kêrê hatiye birîndarkirin.

Cooke destnîşan kir ku derbarê bûyerê da lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese jî di daxuyaniyeke xwe ya li ser Xê de diyar kir ku polîsên federal derbarê bûyerê de agahî dane wî.

 

Rudaw

Top