• Monday, 29 April 2024
logo

Di 3 mehan de 114 jin hatine kuştin

Di 3 mehan de 114 jin hatine kuştin

 Li gorî rapora Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê di nava sê mehên despêkê yên îsal de 114 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê rapora meha adarê ya li ser kuştinên jinan belav kir.

Li gorî raporê, adara îsal 37 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 14 jin jî bi awayekî bigoman mirî hatine dîtin.

4 jin ji aliyê mêrên ku nas dikin ve, 12 jin ji aliyê malbatê ve, 4 jin ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve, jinek ji aliyê mêrê ku pê re dijiya ve û jinek jî ji aliyê mêrekî ku nasnameya wî eşkere nebûyê ve hatine kuştin.

Li gorî raporê, 19 ji 37 jinên ku hatine kuştin zewicî bûn, 8 ji wan azib bûn, 2 ji wan ji hevjînê xwe cuda bûbûn, jinek ji wan bi mehra mela zewicîbû û rewşa 7 jinan a zewacê jî nehatiye tesbîtkirin.

Li hêla din, meha adarê 24 jin li malê, 7 jin li derve hatine kuştin û jinek jî li cihê kar hatiye kuştin.

Cihê kuşina çar jinan jî nehatiye diyarkirin.

Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê amarên kuştinên jinan ên sê mehên despêka 2024an jî belav kirin.

Li gorî raporê, di nava 3 mehan de 114 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

 

Rudaw

Top