• Saturday, 27 July 2024
logo

Qebîle bi hev ketin: Bi dehan kuştî hene

Gulan Media February 20, 2024 Civakî
Qebîle bi hev ketin: Bi dehan kuştî hene

Li herêmên çiyayî yên Papua Gîneya Nş, di navbera du qebîleyan de şer derket.

Di encama şer û pevçûnan de 57 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ABCyê, Li eyaleta Engayê ya ku dikeve bakurê Papua Gîneya Nû di encama kemînekê de 57 kes hatin kuştin.

Bûyerê roja yekşemê di navbera du qebîleyan de rû da.

Şerê her du qebîleyan, demeke dirêj e bi kemînan berdewam dike.

Efserê payebilind ê polîsê welêt George Kakas got:

“Li gorî ku ez bûme şahid, li Engayê ev cînayeta herî mezin bû.”

Li Papua Gîneya Nû bi sedan qebîle hene û gelek ji van jî li cihên dûr û destnegihayî dijîn.

Par jî di navbera her du qebîleyan de şer derket û di encamê de 60 kes hatibûn kuştin.

Serokwezîrê Awisturalyayê Anthony Albanese roja yekşemê di daxuyaniyekê de got:

“Nûçeyên ku ji Papua Gîneya Nû tên cihê aciziyê ne.

Bi taybetî ji bo perwerdeya polîsan û ewlehiya Papua Gîneya Nû em piştgiriyeke girîng didin.”

 

Rudaw

Top