• Saturday, 27 July 2024
logo

Filmeke nû li ser Ahmet Kaya hat çêkirin: Hevjîna wî daxuyanî da

Gulan Media February 14, 2024 Hunerî
Filmeke nû li ser Ahmet Kaya hat çêkirin: Hevjîna wî daxuyanî da

Gulten Kayayê hevjîna Ahmet Kaya têkildarî filma nû ya li ser jiyana Ahmet Kaya hatiye çêkirin daxuyanî da û got, “Em ticarî piştgirî nadin vê filmê.”

Li ser jiyana stranbêjê Kurd Ahmet Kaya filmeke nû yê bi navê “Strana Ahmet” (Ahmet Kaya’nın Turkusu) hat çêkirin.

Hevjîna wî Gulten Kayayê li ser hesabê medyaya civakî ya GAM Muzîkê derbarê filma nû daxuyanî da.

Kayayê di daxuyaniya xwe de got ku film bi armanca ticarî hatiye çêkirin û got ku ew piştgirî nadinê.

Hevjîna wî herwiha got ku ew dê di demê pêş de fîlmeke rast a Ahmet Kaya çîbikin.          

“Ti berhem û agahiyên rast nehatine parvekirin”

Gulten Kayayê wiha berdewam kir:

“Em dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku me ti carî piştgirî nedaye vê projeya bazirganiyê ya ku tê îdiakirin li ser hunermend Ahmet Kaya ku 24 sal berê ji nav me bar kiriye hatiye çêkirin.

Ev bêhurmetî li hemberî wî û hezkiriyên wî ye.

Em hezkiriyên wî şiyar dikin ku di nava vê sêwiriyê de ti berhmenên hûnermend û derbarê jiyana wî de agahiyên rast nehatine parvekirin.

Li hemberî van xapandinan şiyar bin.

Di vê berhemê de rûmeta hunermend û nirxên wî tine hatine hesibandin û tenê ji bo berjewendiyên madî navê wî hatiye bikaranîn.

Ango ji raman, hest, xebat, evîn, malbat, zarok û îdealên wî dûr in.

Van kesên ku dixwazin Ahmet Kaya di qiyameta 'filmên biyografîk' de bi zorê têxin nav çerxa bazarê ya hov nas bikin.

“Bê guman dê fîlmeke rast ê Ahmet Kaya were çêkirin”

Hekirî û guhdarvanên Ahmet kaya yên hêja, ji van amûrên îstismara bazirganiyê yên ku wekî ‘Fîlma Ahmet Kaya’ têne nasandin bawer nekin.

Yên ku çîroka giran û xemgîn a jiyana kurt a Ahmet Kaya bi hovane dikin amûr, bazirganên qurnaz in ku bi navê Ahmet Kaya hewl didin kariyera xwe ya hilweşiyayî ji nû ve ava bikin.

Ji rastiyê dûr, bi agahiyên şaş ên ji motora lêgerînê hatine bi dest xistin seneroyek çêkirine.

Bê guman dê fîlmeke rast ê Ahmet Kaya were çêkirin û wek her carî em dê bi we re parve bikin.”

Derhênerê filmê Kudret Sbanci ye

Filmê bi navê “Strana Ahmet” dê 1ê Adarê were weşandin.

Derhênerê fîlmê Kudret Sbanci ye û senaryo jî ji aliyê Elgun û Savaş Korkmaz ve hatine nivîsîn.

Di fîlmê de Celîl Nalçakan rola Ahmet Kaya dilîze.

Gulten Kaya jî ji bo fîlmê bi navê "Iki Gozum Ahmet" ku derhêneriya wê Gani Ruzgar Şavata ye û tê gotin qala jiyana Ahmet Kaya dike, doz vekiribû.

 

Rudaw

Top