• Saturday, 27 July 2024
logo

Bavek: Ez hazir im kurê xwe bidim xelkê, bila ji serma nemire

Gulan Media February 10, 2024 Civakî
Bavek: Ez hazir im kurê xwe bidim xelkê, bila ji serma nemire

 Li taxa Masîkê ya parêzgeha Dihokê bavek û zarokê wî yê 2 salî di nava şert û mercên xirab de dijîn.

Bavê ku nikare zarokê xwe xwedî bike anî ziman, “Li cihê ku kurê min ji sermayê bimire bila ez bidim malbatekê.”

Bav ji bo banga xwe bigihîne xêrxwazan ji Rûdawê re axivî.

Bavê zarokê biçûk got:

“Ev mehek e dêya kurê min çûye. Em di vê rewşê de ne û kesek ji bo me tiştekî nake.

Em hêvî dikin xêrxwaz alîkariya me bikin.”

Dê û bavê zarokê 2 salî beriya mehekê ji hev veqetiyane.

Li gorî ku bav dibêje, ew û hevjîna xwe berê bi qasî 5 salan ji hev hezkirine lê malbatên wan li dijî zewaca wan bûne.

Bav diyar kir ku wî ew revandiye, ji ber vê jî malbata wî bi wî re pêwendiya xwe qut kiriye.

Piştî ku hevjîna wî, ew terikandine hemû kelûpelên malê jî birine.

“Ji ber kurê xwe nikarim biçim cihekî”

Bav li ser rewşa xwe got:

“Me hev berda. Dadger biryar da ku zarok bi hevjîna min re bimîne lê piştî 4 rojan wê kurê min avêt ser cadeyê.

Ez çûm min kurê xwe anî lê wê her tiştê di malê de biriye. Tiştekî me nemaye.

Min karê ameletiyê dikir. Rewşa me baş bû lê niha nikarim ji ber kurê xwe biçim cihekî.”

Di hundirê malê de tenê çend balîf, sobeyeke karebayê, xalîçeyeke biçûk û çend parçe cilên zarokê biçûk hene.

Di şert û mercên hewaya sar de tiştekî ku ew xwe pê germ bikin jî nîne.

Herwiha xwarina bav û zarok biskuwît û nanê tisî ye.

Bav ji ber vê rewşê dibêje ew amade ye ku kurê xwe bide malbatekê û got:

“Li cihê ku kurê min ji serma bimire, bila ez bidime yekî.

Em bi mecbûrî di vir de dimînin. Eger yekî bi xêra xwe tiştek da me em dê bixwin eger neda me jî dê wisa be.

Malbata min jî ji ber vê jinê bi min re naaxive, gelekî xedir li min kir.

Niha mirovê min ev kur e û Xweda ye.

Ez cilên xwe bi ser de dikim, eger karebaya niştimanî were ez jê re sobeyê pê dixim.

Hinek caran heta sipêdê dike girî ji birçan.

Niha xwe qirêj kiriye û paç jî nîne ez biximê bin wî. Xelk xêran dike.

Ez vî nanî didimê heta sipêdê. Şîr ji venaxwe.”

Bav nikare pereyê karebatyê jî bide. Tenê dema ceyrana niştimanî tê dikare jê sûdê wergire.

Bav ji xêrxwazan daxwaz dike ku alîkariya wî û kurê wî bikin.

 

Rudaw

Top