• Saturday, 27 July 2024
logo

DÊRSIM - Şampiyona cîhanî ya Kurd bi germî hat pêşwazîkirin

Gulan Media November 29, 2023 Corane
DÊRSIM - Şampiyona cîhanî ya Kurd bi germî hat pêşwazîkirin

Werzişvana şampiyona cîhanî Erîvan Barût, li Dêrsima Bakurê Kurdistanê, ji aliyê heval, malbat, rahêner û berpirsên bajêr ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Keça Kurd a Dêrsimî û werzîşvana Kick Boksê, di Şampiyoniya Cîhanî ya Kick Boksê ya di navbera 17 û 25ê Çiriya Paşîna 2023yan de li bajarê Lîzbonê yê Portugalê hat sazkirin di fînalê de li hemberî rikebera xwe ya Îsraîlî bi ser ket û bû yekemîna cîhanê.

Erîvana ku madalyaya zêr wergirt ji Rûdawê re behsa çîroka xwe kir.

“Ez li ser navê bajarê xwe kêfxweş im”

Werzîşvana Kick Boksê Erîvan Barûtê got, “Ez bûm şampiyona cîhanî ya Kick Boksê.

Ez di şampiyoniya ku werzîşvanên 70 welatan beşdar bûn, bûm yekemîn. Ez gelek şanaz û bextewar im.

Ez li ser navê bajarê xwe û ciwanên bajarê xwe jî kêfxweş im ku ji wan re bûme rol model.”

Erîvan ji malbateke hejar e û derfetên wê kêm in lê serkeftinên wê mezin in.

Malbata wê jî tevî derfetên kêm piştgiriya keça xwe dikin û bi wê şanaz in.

“Tiştê ku dike serê xwe dike”

Kibar Barut dayika Erîvanê wiha anî ziman, “Di her warî de tiştê ku dike serê xwe dike û serkeftî û jêhatî ye.

Înşallah dê serkeftinên zêdetir bi dest bîne. Ez ji wê bawer dikim û dikare bike.”

Li Dêrsîmê ji siyasetmedaran heta mirovên asayî hemû kes bi serkeftina Erîvanê serbilind in.

“kûpayeke hêja anî bajarê me”

Parlamenterê berê yê CHPyê Polat Şaroglu wiha axivî:

“Bi rastî kûpayeke hêja anî welat û bajarê me. Ev ne yekemîn serkeftina Erîvanê ye.

Pêştir jî li ser asta Ewropa, cîhanê û olîmpiyatan serkeftin bi destxistin. Em wê pîroz dikin.”

Erîvanê pêştir li ser asta Tirkiyeyê jî di şampiyoniyan de bûbû yekemîn û armanca wê ya nû şampiyoniya olîmpiyada cîhanî ye.

 

Rudaw

Top