Li Wanê beriya 3 hezar salan emeliyata mêjî hatiye kirin
![Li Wanê beriya 3 hezar salan emeliyata mêjî hatiye kirin](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20231128125658_original_9.jpg )
Gelek tasên serî hatine dîtin.
Li gor encamên xebatên erdkologan li navçeya Çatak ya bajarê Wanê ya li Bakûrê Kurdistanê zêdetir ji 400 tasên serî yên mirovan hatine dîtin.
Xebat û lêkolînên erdkolojiyê ev yek îsba kirine ku, di nava 400 seriyan de 30 serî asewarên emeliyata mêjî (mêjiya mirov) li ser wan hene û ev yek îsbat dikin ku, beriya 3 hezar û 200 salan li vê bajarê Kurdistanê nûjdaran bo derman kirina nexweşan emeliyatên mêjî kirine.